Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Jin û Malbat

Atolyeyên pîşeyî qadên hilberînê yên jinan firehtir dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Atolyeya Epoksiyê û kursa Lênêrîna Klîma-Kombiyan 50 jin perwerde kirin. Jinên ku kurs qedandin, behremendiyên pîşeyî bi dest xistin, ji bo beşdarbûna pêvajoyên hilberînê û veguhastina keda xwe ya bo nirxekî aborî gaveke girîng avêtin.

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, bi armanca ku jin beşdarî pêvajoyên hilberînê bibin û keda wan xuyaber bibe, atolyeyên pîşeyî û li ser bingeha behremendiyê organîze dike. Li kursa ku li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê bi têgihîştina hilberîna hevpar hat kirin, li ser hunera epoksiyê û lênêrîna klîma-kombiyan perwerdeya pratîkî hate dayîn. Di çarçoveya bernameyê de di heman demê de li ser mijarên azadîxwaziya zayendiya civakî jî xebat hatin meşandin.

Jinên ku perwerde qedandin - ku 32 ji wan ji Atolyeya Epoksiyê û 18 ji wan ji kursa Lênêrîna Klîma-Kombiyê ne - bi merasîmekê belgeyên xwe yên beşdarbûnê girtin.

32 jin beşdarî Atolyeya Epoksiyê bûn

Atolyeya Epoksiyê ku mehekê dom kir, 32 jin beşdarî bûn. Di perwerdeyan de teknîkên mîna tevlêhevkirina rezîn û hişkkeran bi rêjeyên rast, rengdarkirina bi boyax û pîgmentên epoksiyê, rijandina nav qalibên sîlîkonê û çareserkirina xeletiyên li ser rûberê hatin hînkirin.

Beşdarên kursê di heman demê de çêkirin û hilberîna objeyên piçûk ên mîna tepsî, binya fîncanan û zêran pêk anîn. Bi xebatên pratîkî hat armanckirin ku jin behremendiyên xwe yên destan pêş bixin, tecrûbeya hilberînê bi dest bixin û hilberên xwe veguherînin nirxekî aborî.

18 jinan perwerdeya lênêrîna klîma-kombiyê girt

18 jinên ku kursa Lênêrîna Klîma-Kombiyê ya şaltî hefteyan qedandin jî di merasîmê de belgeyên xwe girtin. Di seranserê perwerdeyê de prensîbên bingehîn ên lênêrîna klîma û kombiyan bi awayekî pratîkî ji beşdaran re hatin veguhastin.

Bi bernameyên perwerdeyê yên ku ji aliyê Serektiya Daîreya polîtîkayên Jinan ve têne meşandin, tê armanckirin ku jin di jiyana rojane de serbixwe bibin û di qadên pîşeyî yên ku berê bêtir wekî yên mêran dihatin dîtin de cih bigirin.

‘Pêdiviya me ew e ku keda jinan di bajêr de diyar bibe’

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer di merasîma belgeyan de axivî û got ku her atolyeyeke ku tê organîzekirin, piştgirî û hînbûna kolektîf a di navbera jinan de xurt dike.

Sumer diyar kir ku li Navendên Jiyanê yên Jinan di taxên cuda de gelek atolye û kursan organîze dikin û got: “Armanca me ya bingehîn ew e ku keda jinan di bajêr de diyar bibe, ew bêtir bikevin qadên hilberînê û qadên hilberînê cuda bibin.”

Sumer bal kişand ser giringiya xurtbûna jinan ne tenê ji aliyê aborî, di heman demê de ji aliyê civakî ve jî û anî ziman ku atolye derfetê dide jinan ku werin cem hev, tecrûbeyên xwe parve bikin û piştgiriyê ava bikin.

Sumer tekez kir ku perwerdedîtina jinan di qadên pîşeyî yên mîna lênêrîna klîma-kombiyan, lênêrîn û tamîrkirina mobîlyayan û ajovaniya otobusê de ku ji ber rola zayendiya civakî bêtir wekî yên mêran têne dîtin girîng e, û got ku serkeftinên di van qadan de ji bo guherîn û veguherîna civakî nirxek mezin hildigirin.

‘Tiştekî ku jin nikaribin bikin nîne’

Rêberê kursa Lênêrîna Klîma-Kombiyê Sînan Oden diyar kir ku perwerdeyên bi kursyerên jin re bi berhem derbas bûn û beşdar di dawiya perwerdeyê de gihiştin astekê ku dikarin karê xwe bi xwe bikin.

Oden got: “Ewan hîn bûn ku mijûlbûna bi amûrekê çendî hêsan e. Hîn bûn ku tiştekî ku jin nikaribin bikin nîne.”

‘Atolyeyan tevkariyên girîng li me kirin’

Beşdara Atolyeya Epoksiyê Afîfe Mîntaş got ku ew di rêya medyaya civakî de ji kursê agahdar bûye û bi heyecaneke mezin beşdarî perwerdeyan bûye. Mîntaş diyar kir ku piştî destpêkirina atolyeyê wan dît ku gelek jin pêdivî bi hilberîna hevyar, bi hev re bûn û civakîbûnê dibînin û anî ziman ku divê jin bêtir beşdarî jiyana civakî bibin.

Mîntaş anî ziman ku jin di pêvajoya kursê de ne tenê hilberînê dikin, di heman demê de çîrokên jiyana hev guhdar dikin û piştgiriyê ava dikin, û spasiya kesên ku ked dane xebatê kir.

Evîn Ayyildiz ku ew jî ji beşdarên Atolyeya Epoksiyê ye, diyar kir ku wê di kursê de perwerdeyek bi kalîte girtiye, bi salan e bi hunerê re mijûl dibe û perwerdeya epoksiyê tevkariyên girîng li wê kiriye. Ayyildiz anî ziman ku kursên bi vê rengî dê tevkariyê li tevahiya civakê bikin û jin dawetî beşdarbûna atolyeyan kir.

Jinên ku atolye qedandin, dema ku kêfxweşiya girtina belgeyên beşdarbûnê dijiyan, diyar kirin ku ji bilî behremendiyên pîşeyî yên ku bi dest xistine, piştgiriya ku di seranserê kursê de ava kirine jî ji bo wan destkeftiyeke girîng e.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan