Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ava Çelîkevlera Yenîşehirê amade dibe

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), li taxa Çelikevlerê ya Yenîşehrê xeta avê dixe dewrê. Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê ji bo binesaziyeke xurttir a bajêr xebatên xwe didomîne, pirsgirêka avê ya Çelikevlera Yenîşehrê çareser dike. Di çarçoveya projeyê de ekî

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), li taxa Çelikevlerê ya Yenîşehrê xeta avê dixe dewrê.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê ji bo binesaziyeke xurttir a bajêr xebatên xwe didomîne, pirsgirêka avê ya Çelikevlera Yenîşehrê çareser dike.

Di çarçoveya projeyê de ekîban xeteka avê ya 4 hezar û 933 metre danî û niha girêdanên depoyên nû çêdike.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, der barê xebatê agahî ji rayedaran wergirt û got, ew ji bo pirsgirêkên welatiyan çareser bikin, çi ji destê wan têt texsîr nakin.

Xeta kanalîzasyonê amade ye

DÎSKÎyê pirsgirêka binesaziya Çelikevlerê ku 120 avahî lê hene çareser kir û 13 hezar û 834 metre xeta kanalîzasyonê danî.

Ava gemar a taxê dê bi xeta terfîyê ku 5 hezar û 892 metre dirêj e ji bo Dezgehê Parzinandina Avê bêt veguhastin.

Niha li taxê fosetîka ji bo 500 kesî têt çêkirin û xetên aboneyan tên girêdan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan