Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çand, Huner û Karûbarên Civakî

Sînemaya derve bi fîlmê ‘Valahî’ dest pê kir

Sumerpark Sînemaya Derve ku ji bo civandina welatiyan bi sînemayê re di êvarên havînê de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, bi fîlmê “Valahî” dest pê kir. Nîşandana yekem a Sumerpark Sînemaya Derve ku ji aliyê Yekeya Sînemayê Sînebîrê ya li ser Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin, hate lidarxistin.

Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş tevî welatiyan fîlmê “Valahî” ku li Amfî Teatroyê ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hate nîşandan, temaşe kir.

Heskiriyên sînemayê di nîşandana yekem a li Amfî Teatroyê ya Sumerparkê de kêfa sînemaya li bin ezmanê vekirî derxistin.

Fîlmê ‘Valahî’ mijara zimanê dayikê digire dest

Fîlmê “Valahî” ku derhêneriya wî Alî Kemal Çinar kiriye û rolên sereke Kerem Firtina û Hichi Demir dileyizin, li ser çîroka Baran meşiyaye ku ji ber trajedî û zextên hatine jiyîn nekaribûye zimanê xwe yê dayikê hîn bibe.

Di fîlm de metafora “xuşîna ji zikê Baran derkeve” derkeve pêş, li ser vê metaforê giringiya zimanê dayikê û bandorên dûrketina ji zimanê dayikê tên helsengrandin.

Di 6 hefteyan de dê 12 fîlm bên nîşandan

Di çarçoveya bernameya Sumerpark Sînemaya Derve de ji bo temaşevanên giştî 6 fîlm û ji bo zarokan jî 6 fîlmên anîmasyonê dê bên nîşandan. Bi tevahî 12 berhemên ku xîtabî komên temenî yên cuda dikin, bernameya ku dê di nav 6 hefteyan de belav bibe dê derkeve pêşberî hezkiriyên sînemayê.

Di roja duyemîn a bernameyê de, ji bo zarokan roja Şemiyê 15’ê Tebaxê fîlmê “Kovboy Çocuklar” dê derkeve pêş temaşevanan.

Bernameya meha tebaxê ya Sumerpark Sînemaya Derve dê bi vî awayî berdewam bike:

· 15’ê Tebaxê Şemî: Kovboy Çocuklar

· 28’ê Tebaxê Îne: Hêvî

· 29’ê Tebaxê Şemî: İkizler Takımı

· 30’yê Tebaxê Yekşem: Ormanın Süper Kahramanı

Nîşandan dê di meha îlonê de jî berdewam bikin

Yekem nîşandana çalakiyê ya di meha îlonê de, dê roja Îneyê 4’ê Îlonê bi fîlmê “Xewno Bêreng” hate kirin. Bernameya ku dê bi fîlmên ji bo temaşevanên giştî û zarokan berdewam bike, dê di 19’ê Îlonê Şemiyê de bi nîşandana fîlmê anîmasyonê yê bi navê “Orman Çetesi: Dünya Turu” bi dawî bibe.

Lîsteya nîşandanê ya meha îlonê bi vî awayî ye:

· 4’ê Îlonê Îne: Xewno Bêreng

· 5’ê Îlonê Şemî: Lassie: Yepyeni Bir Macera

· 11’ê Îlonê Îne: Kör Noktada

· 12’ê Îlonê Şemî: Mavka: Ormanın Şarkısı

· 13’ê Îlonê Yekşem: Rojbaş

· 18’ê Îlonê Îne: Uçan Köfteci

· 19’ê Îlonê Şemî: Orman Çetesi: Dünya Turu

Hemû nîşandan belaş in

Hemû nîşandanên sînemaya derve yên ku dê li Sumerpark Amfî Teatroyê pêk werin dê di saet 20.00’an de dest pê bikin. Hemû nîşandanên di çarçoveya bernameyê de dê ji bo welatiyan belaş bin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan