Ava gundê Nêribê yê Hênî tê çareserkirin
Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin, pirsgirêka ava vexwarinê ya gundê Nêribê yê navçeya Hênîya bi ser Diyarbekirê çareser dike û ji bo vê mebestê xebat da destpêkirin.
DÎSKÎyê, li gundê Nêrîbê yê bi ser Hênîya Diyarbekirê xebata ava vexwarinê da destpêkirin. Li vî gundî, ev salên dûvdirêj e pirsgirêka avê heye, Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê zend û bend badan. Heta niha ji bo peydakirina avê 190 metir sondaj hatiye dahêlan û tê plankirin heta 400 metreyê sondajan vedin û pirsgirêka ava vexwarinê çareser bikin.
