Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bazara sergirtî ya Diyarbekirê amade dibe

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî dema danûstandina xwe dikin li ber şilî û barînan zivir nebin, xwe amade dike ku bazara sergirtî ya bajêr bixe ber xizmeta şêniyan. Bajara sergirtî ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî ve tête çêkirin û mebesta vê bazarê ew e ku welatî li cihekî sergirtî k

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî dema danûstandina xwe dikin li ber şilî û barînan zivir nebin, xwe amade dike ku bazara sergirtî ya bajêr bixe ber xizmeta şêniyan.

Bajara sergirtî ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî ve tête çêkirin û mebesta vê bazarê ew e ku welatî li cihekî sergirtî karibin bazara xwe bikin û ji xwe re tiştên pak û baş bistînin.

Bazara sergirtî li ser Bulvara Qamişlo ya navçeya Baglarê tête çêkirin, lêkirina avahiya bazarê temam bûye, niha xebatên hawirçakîyê, girêdana ceyranê û tekûzkirina binesaziyê tên kirin.

Piştî ku xebatên wê bi encam hatin Şaredariya Bajarê Mezin li ber e demeke herî nêzik bazara sergirtî bide ber xizmeta welatiyan.

Bazara sergirtî

Ev cure bazar li bajêr cara pêşîn tête çêkirin û bazar li ser aqarekî 4 hezar û 848 metrekareyê tête avakirin û di nava bazarê de 68 dezgehên danûstandinê, kafeterya, jûra kargêrî û zabite û mizgeft hene.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan