Hevşaredar li bazara taxê ya Baglarê bi esnaf û welatiyan re hatin gel hev
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, di çarçoveya hevdîtinên gel de yên ku li bajêr têne meşandin, serdana bazara taxê ya ku li taxa Bariş a navçeya Baglarê hatibû avakirin kirin û bi esnaf û welatiyan re hatin gel hev.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, bi armanca ku daxwaz û pêşniyarên welatiyan rasterast li cî guhdar bikin, di çarçoveya hevdîtinên gel de li navçeya Baglarê serdana bazara taxê kirin. Di çarçoveya bernameyê de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel ve hat amadekirin, Hevşaredaran serdana bazara taxê ya ku li Taxa Bariş hatibû avakirin kirin û bi esnafên bazarê û welatiyên ku hatibûn bazarê re hatin gel hev.
Hevşaredaran guhdariya şert û mercên xebatê yên esnafê bazarê kir
Hevşaerdar Serra Bucak û Emîn Ay, dezgehên li bazarê yek bi yek geriyan û ji esnaf der barê şert û mercên xebatê û pirsgirêkên ku dijîn de agahî girtin. Hevşaredarên ku bi esnaf re sohbet kirin, guhdarî li daxwaz, pêşniyar û bendewariyên welatiyên ku ji bo bazarê hatibûn kirînê jî kirin.
Hevşaredarên ku eleqeyeke mezin ji aliyê esnafê bazara taxê û welatiyan ve dîtin, bi esnafên li bazarê re yek bi yek hevdîtin kirin û der barê şert û mercên xebatê yên rojane, rewşa heyî ya qada bazarê û pirsgirêkên ku li herêmê têne jiyîn de sohbet kirin. Welatiyan jî derfet dît ku pirsgirêkên ku li taxê û li giştî bajêr pê re rû bi rû dimînin, rasterast ji Hevşaredaran re ragihînin.
Daxwaz ji Hevşaredaran re hatin ragihandin
Di dema serdanê de ji şert û mercên xebatê yên esnaf bigire heta pirsgirêkên ku niştecihên taxê di jiyana rojane de pê re rû bi rû dimînin gelek mijar hatin rojevê. Di hevdîtinan de bi taybetî daxwazên têkildarî bi rêkûpêk paqijkirina ciyên bazarê, zêdekirina standardên hîjyenê û bi rêkûpêk danîna qadên dezgehan derketin pêş.
Esnaf û welatiyan bal kişandin ser girîngiya li gorî pêdiviyên hem kesên ku bazarê dikin û hem jî esnafên ku firotinê dikin bi rêkûpêkkirina qadên bazarê û daxwaz kirin ku xebatên paqijî û hîjyenê bi awayekî bi rêkûpêk bên domandin.
Di nava mijarên ku welatiyan ji Hevşaredaran re ragihandin de xizmetên veguhestina giştî ya nava bajêr, asfaltkirina rêyên herêma Habeşî, dermanrijandin, sehaya xalîçeyan û cihê goristanê jî cih girtin. Welatiyan daxwazên xwe yên ji bo nûvebirina saetên seferên otobûsan bi armanca baştirkirina xizmetên veguhestinê anîn ziman.
