Ber Sûran têt paqijkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, li ber Sûrên Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya UNESCOyê de cî digire paqij dike, ji qirş û gilêşan dimale. Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, ji bo Sûrên Diyarbekira nav mîrateya çandî ay cîhanî ne paqij bimînin û geştyarên biyanî û xweyanî karibin bi
Şaredariya Bajarê Mezin, li ber Sûrên Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya UNESCOyê de cî digire paqij dike, ji qirş û gilêşan dimale.
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, ji bo Sûrên Diyarbekira nav mîrateya çandî ay cîhanî ne paqij bimînin û geştyarên biyanî û xweyanî karibin bi rehet lê bigerin xebatan dimeşîne.
Ev xebat tevahiya sûran li xwe digire, piştî qirşik û dexelê nav sûran tê berhevkirin bi gêzikan tên malîn. Bi awayekî du mehan carekê paqijiyeke gelemperî li sûr û bircan têt kirin, bi germbûna dinyayê re ev mawe ji bo mehekê hate daxistin.
Piştî karê paqijiyê bi dawî dibe ekip her demekê li deverê çavdêriyan dikin da ku neyê herimandin û nahêle bêhna gemarî pê bikeve.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, bin binê sûran ji pirêzeyê paqij dike, giyayê wir diçine û dijî mar û dûpişkan jî ber sûran derman dike.
Hişyarî bo xelkê: Çopê neavêjinê
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, hişyarî li welatiyan kir ku çopa xwe hema rasterast neavêjin bin binê sûran da ku geştyarên biyanî û xwecihî karibin bi rehet li sûrên tarîxî bigerin.
