Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Berdilka nû ya ciwanan “Pîr Ezîz”

Wezîrê Ciwan û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu û Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bi hev re vekirina Tirbeya Pîr Ezîz ku ji aliye Şaredariya Bajarê Mezin ve hate biseroberkirin, pêk anî.

Şaredariya Bajarê Mezin, Tirbeya Pîr Ezîz ya li navçeya Henê ku di warê turîzma baweriyêde xwedî cihekî giring e û ji ber xemsariyê gelekî bêserober bûbû, ji bo welatî karibin serdana wê bikin ji nû ve birêkûpêk kir.

Bernameya vekirina Tirbeya Pîr Ezîz bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir, Miftiyê Bajêr Yavuz Selîm Karabayir axafitek der berê giringiya rojê de kir û pê re Mîhrîcana Bafirokan bi rê ve çû.

Walî Munîr Karaloglu di axaftina vekirinê de, bal kişand ku li Diyarbekirê şûnwarên pîroz hene, yek ji wan tirba kurê Xalid Bin Welîd hezretî Silêman e, yek jê şikefta Eshabê Kehf e, her weha li Farqînê tirbeya Sultanê Selçûqiyan Kiliçaslanê 1’ê heye û her weha tirbeya Pîr Ezîz jî ji wan mirovên çak e k udi emrek zû de miriye.

Karaloglu destnîşan kir ku Diyarbekir her dem yek ji wan bajarê me ye ku ciwanên xwe diparêze û bal kişand ku serdana Wezîrê Ciwanan û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu ya bo Diyarbekirê gelek giring e.

Karaloglu, weha axivî:

“Berêz Wezîr, keremkirina we ya bo bajarê Diyarbekirê ji bo me bû mîladek. Duh di civînê de me projeyên xwe ji bo dibistanê sporê yên ji bo 17 navçeyan ligel xebatên binesaziya wan arasteyî cenabê te kir û te desteka xwe ji bo hemû projeyên me diyar kir. Sala pêşiya me her 17 navçeyên Diyarbekirê dê bibine navendên şantiyeya çêkirina van dibistanan. Piştî ev proje pêk hatin, dê bandora xwe li her ciwanê me bike, dê her ciwanê me ji nav lepên mirovên niyetnebaş xilas bike, dê wan ji neçakan biparêze û dê li van tesîsan xizmetên baş bêne kirin. Ew hêvî dikin dema pêş bêhtir cenabê te li Diyarbekirê bibînin, dezgehên xwe yên çêkirî em bi hev re vekin.”

Dê li Henê navenda ciwanan û qadên semtan bên avakirin

Karaloglu aşkere kir ku wan di civînê de behsa projeyên ji bo Henê jî kirine û got ku wa îhaleya melevangehê pêk aniye, demek nêzik ew ê lempeyên stadyûmê saz bikin û li navçeyê ew ê navenda ciwanan ava bikin, li hin gundan jî sehayên semtê çêbikin.

Karaloglu diyar kir ku ew ê Medreseya Xatûniye ya li vê navçeyê bo mala zanînê veguherînin û got ku 1500 zarok dê perwedeyê tê de bibînin û tekez kir ku ew ê ciwanên navçeyê biparêzin û xizmetê bo wan bikin.

Karaloglu diyar kir ku wan seroberkirinên giring di Tirbeya Pîr Ezîz û hawirdora wê de kirine û weha axivî:

“Me li vê derê pîstên paraşûta kendalî saz kirin. Hem ji cihê rabûnê hem jî danînê me serastkirin pêk anîn. Ji vir şûnde ciwanên Diyarbekirî û herêmê dê karin di ezmanê bajêr de bi paraşûtê bifirin. Vê derê ji şûnde dê bibe cihekî helkeftên peraşûta kendalan, mîhrîcanên bafirokan lewra xelk dê exlebe qesta vê derê bike. Bila li me pîroz be. Ji vir şûnde xizmeta bo Henê dê berdewam bike.”

Di merasîmê de Wezîrê Ciwanan û Sporê Mehmeh Muharrem Kasapoglu, parlamenter Mehdî Eker û Şaredarê Henê Îbrahîm Lale jî her yekî axaftinek kir.

Piştî axaftinan Wezîr Kasapoglu û walî Karaloglu ligel şandeya pê re bi zarokan re bafirok çêkirin û li nimayîşa paraşûta kendalan temaşe kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan