Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bernameya ‘Huner daket Kûçeyan’

Şaredariya Bajarê Mezin, bi navê “Huner Daket Kûçeyan” bernameyên muzîk û stranan li kûçe û kolanan li Diyarbekirê pêk anî û şêniyan eleqe nîşanî vê bernameyê da.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber virûsa koronayê bernameyên hunerê daxistin kûçe û kolanan. Bi vê mebestê hunermendên bi ser Konservatura Bajêr a Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Hunerî, bi navê “Huner Daket Kûçeyan” bernameya stranên li kolanan li dar xist. Bernameya stranan, li Deriyê Mêrdînê li cem Buroya Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin hate lidarxistin, şêniyên taxê beşdariyeke baş di bernameyê de kir.

Di bernameyê de tevdîrên bona koronayê di asta herî bilind de hatin wergirtin. Şêniyên taxê di stranan de beşdarî gel hunermendan kir. Di bernameyê de ji welatiyan hate xwestin ku bala xwe bidin ser tevdîrên koronayê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan