Bi çavê nûçegihanên çand-hunerê Diyarbekir
Nûçegihanên çand û hunerê ku bi tevkariya Wezareta Çand û Turîzmê û bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin li bajêr geriyan, Diyarbekir nirxand.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, nivîskar û rojnamegerên endamê Komela Nûçegihanên Çand û Hunerê kirin mêvan û şûnwarên bajêr gerandin.
Rojnameger Alî Soydemîr jî di nav vê koma rojnamegeran de bû û got ku ew berê jî hatiye Diyarbekirê û niha bajêr gelek guhartinên erênî pêk hatine.
Soydemir, weha axivî:
“Ez dibînim ku di gelek waran de tiştên baş hatine kirin. Ez bang li xebatkarên çapemeniyê, hevalên rojnameger dikim bila bên li Diyarebkirê bigerin.”
Seroka rûmetê ya Komela Nûçegihanên Çand û Hunerê û Seroka Daîreya Xizmetên Piştgiriyê ya Wezareta Çand û Turîzmê Samen Arikan, ji Enqereyê beşdarî vê bernameyê bû û got ku ew gelek pê xweş e ku bi 27 rojnamegeran re hatine Diyarbekirê.
Arikan, bi bîr xist ku Diyarbekir bajarekî qedîm e, malovaniya 33 şaristaniyan kiriye û got ku ew ê hewl bidin ku Diyarbekir di warê turîzmê de cihê heqkirî bi dest xwe ve bîne.
Di berdewamê de hin rojnamegeran bîr û boçûnên xwe yên der barê geryana Diyarbekirê de anîn ziman, hest û dilînên xwe parve kirin û bal kişandin ser giringiya bajarê Diyarbekirê û gotin, divê xwedîtî li vî bajarê qedîm bête kirin da ku bibe şûngeheke turîzmê.
