Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bi serokatiya Walî Munîr Karaloglu projeyên DÎSKÎyê hatin nirxandin

Di civîna li bin serokatiya Walî Munîr Karaloglu de razemenî û projeyên Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) hatin helsengrandin. Walî Karaloglu, di civîna li DÎSKÎyê de ji aliyê Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî ve hate pêşwazîkirin û 4 amûrên kolandin-barki

Di civîna li bin serokatiya Walî Munîr Karaloglu de razemenî û projeyên Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) hatin helsengrandin.

Walî Karaloglu, di civîna li DÎSKÎyê de ji aliyê Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî ve hate pêşwazîkirin û 4 amûrên kolandin-barkirinê ku ji bo xizmetguzariyê hatine kirrîn, hatin nasandin.

Walî Karaloglu, amûrên nû seh kirin û bo ceribandinê ajotin, paşê ji bo kombûnê derbasî Salona Civînan a Gerînendetiya Giştî ya DÎSKîyê bû.

Di civînê de ligel Karaloglu, Sekreterê Giştî Ayhan Kardan, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, alîkarên midûrî, serekên daîreyan amade bûn û tê de xebatên sala 2021ê yên DÎSKîyê hatin nirxandin.

Walî Karaloglu, der barê xebat û projeyên sala 2022ê de agahî ji Firat Tutşî wergirtin û Tutşî der barê xizmetguzariya saziyê de gotarek pêşkêş kir.

Karaloglu, diyar kir ku xebatên DÎSKîyê li navenda bajêr û navçeyan bi hemû kelegura xwe berdewam dikin û got ku DÎSKÎ ji ava vexwarinê heta kanalîzasyonê, ava baranan û heta binesaziyê di gelek waran de xizmetên baş dimeşîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan