Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bircên Deriyê Çiyê dibin mûze

Walî Munîr Karaloglu:

“Em ê hewl bidin xetatê me yê mezin ê ku li vî bajarî hatiye dine û li van waran mezin bûye ji ciwanên Diyarbekirê re bibêjin û bidin nasîn.”

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, diyar kir ku bircên hejmar 1 û 2 yên Deriyê Çiyê dê bêne restorekirin û bibin Mûzeya Hamît Aytaç Hat.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta ku Keleha Diyarbekirê ya di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO’yê de bigihîne paşerojê xebatên restorekirinê bi şiara “Vejîna Sûran Berdewam e” dimeşîne.

Îhaleya qonaxa sêyê meha gulanê hate kirin û bi vê re xebatên restorekirina Deriyê Çiyê û bircên Yek Bedenê û bircên 7 û 8’ê têne meşandin.

Karaloglu der barê xebatên restorekirina ser keleha Diyarbekirê de daxuyaniyek da û got ku erka wan e ku Keleha Diyarbekirê bigihînin nifşên siberojê.

Karaloglu bal kişand ku çawa wan dest bi kar kiriye û pê de li Diyarbekirê lez daye xebatên restorekirinê û got ku sûrên 5 hezar û 200 metir dirêj gelek sûr jê hilweşiyane û hewceya wan bi restorekirinê heye.

“Em hewl didin xetatê mezin ê li vî bajarî hatiye dinê ji ciwanên Diyarbekirê re bibêjin”

Karaloglu, bi bîr xist ku wan di qonaxa 3’ê ya restorasyonê de bircên 1,2,7 û 8’ê yên li Meydana Deriyê Çiyê jî xistiye nav xebata restorekirinê.

Karaloglu bal kişand ku xetat Hamît Aytaç hunera xetê ji Osmaniyan aniye serdema Cumhuriyetê, ev xetat Diyarbekirî ye û got ku ew ê bircên 1 û 2 yên Meydana Deriyê Çiyê dagerînin muzeya xetê ya Hamîr Aytaç.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan