Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bo ezmûna ALES’ê alîkariya otobûsan

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo kesanên dê 2’ê gulanê bikevin ezmûna ALES’ê ji bo di hatûçûnê de tengiyê nebînin otobûsên zêde terxan kirin.

Piştî ku ji aliyê Kabîneya Serokamariyê ve biryara karantinaya 17 rojan hate wergirtin, Şaredariya Bajarê Mezin ji bo welatî mexdûr nebûn bi hemû beş û yekeyên xwe ve zend û bend badane û xebatan didomîne.

20 otobûs li seferên heyî tên zêdekirin

Serokatiya Daîreya hatûçûnê, 2’ê Gulanê Roja Yekşemê ji bo welatiyên dê bikevin ezmûna ALES’ê mexdûr nebin otobûsên zêde xistin dewrê.

Ji ber karantînayê Şaredariya Bajarê Mezin bi 103 otobûsan xizmetê dike, roja ezmûna 20 otobûsên din jî dixe ber xizmeta welatiyan.

Ji bo roja ezmûna ALES’ê di xetên nava bajêr de di navbera saetên 07:30-13:00 otobûsên A1, A2, A3, A4, B6, B8, CE2, E8, F2, Z2, AY, AZ, B3, Z5 dê di xizmetê de bin.

Ji bo xwendekarên dê ji navçeyan bên jî koperatîfên têkildar hatin hişyarkirin

Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, ji bo kesên dê ji navçeyên xizmeta hatûçûna Şaredariyê jê re nîn e di hatûçûnê de zehmetiyê nekêşin şaredarî kete dewrê.

Serokatiya Karûbarên Hatûçûnê, agahiyên pêwist ji koperatîfan re kirin, nivîsên fermî şandin û diyar kir ku ew ê nehêlin di warê hatûçûnê de çi kêmasî çêbin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan