Bo serkeftiyên pêşbirka çand û zanistê geşta Gêlê pêk hat
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo kesên beşdarî pêşbirka “Ez Kî Me? Û ‘Ez Li Ku Me?” bûne û serkeftîne geşt û seyrana Gêlê li dar xist. Ev pêşbirk dawiya hefteyê li ser hesabên medyaya civakî ya şaredariyê hatin weşandin.
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ve her dawiya hefteyê li ser hesabên medyaya civakî pêşbirka “Ez Kî Me? Û ‘Ez Li Ku Me?” tê lidarxistin û ev pêkanîn berdewam e.
Beşdarên di pêşbirka çand û zanistê de bi ser ketin Geşta Gêlê qezenc kir, bi serperiştiya rêzanên Gerînendetiya Turîzmê serkeftî li Gêlê hatin gerandin.
Serkeftiyên pêşbirkê li Girê Ziyaretê û Mezelên Pêxemberan, Keleha Asûrê û Goristanên Zinaran ên Mîrşahan geriyan û der barê dîrok, çand û hunera wê de hatin agahdarkirin.
Piştî ku serkeftiyan li ber gola Bendava Dîcleyê firavîna xwe xwar li kelekê siwar bûn û li pêş dîmena nuwaze ya Gêlê ser golê gerîyan.
Her dawiya hefteyê li ser hesabên medyaya civakî pêşbirka “Ez Kî Me? Û ‘Ez Li Ku Me?” tê lidarxistin û ev pêşpirk bi mijarên cida cida her hefte dê berdewam bike.
