Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Cîhaza dîmengir barê DÎSKÎyê siviktir dike

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), bi 3 cîhazên dîmengiriya kanalîzasyonan û 1 robota frêzekirinê bi hêsantir destwerdanê li arizeyan dike û ev hem ji demê hem jî aborê teserifê tîne. Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ),

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), bi 3 cîhazên dîmengiriya kanalîzasyonan û 1 robota frêzekirinê bi hêsantir destwerdanê li arizeyan dike û ev hem ji demê hem jî aborê teserifê tîne.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ), li navenda bajêr û 17 navçeyan ji bo xizmeteke modern û bi qelîte ya binesaziyê bo welatiyan bike xebatên xwe didomîne.

DÎSKÎ bi 3 cîhazên dîmengir ên kanalîzasyonê hem di warê demê de hem jî di warê aborê de avantajê bi dest dixe.

Serokatiya Daîreya Kontrol û Saxtîya Ava Beravê, bi saya 2 cîhazên dîmengir demildest destwerdanê li arizeyên xetên kanlîzasyonan dike û rê li ber kolandinên belasebeb digire.

Robotên dîmengir ên kanalan cihê arizeyê rast tespit dike, lewra jî rê li ber têkşikandina zemînê digire û lêçûna bo çareserkirinê jî tîne erzaniyê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan