Ciwan havîna xwe bi kursên hunerî derbas dikin
Şaredariya Bajarê Mezin, kursên hunerî bi drûşma “Havîn Havîn e Huner Destpê Dike” vekirin û di 16 beşan de 1234 xwendekar beşdarî van kursan dibin. Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo ciwanan di beşên dîtbarî, fonetik û rîtmîk ên hunerî de bi 16 beşan de kurs bo Serdema Havînê li dar
Şaredariya Bajarê Mezin, kursên hunerî bi drûşma “Havîn Havîn e Huner Destpê Dike” vekirin û di 16 beşan de 1234 xwendekar beşdarî van kursan dibin.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo ciwanan di beşên dîtbarî, fonetik û rîtmîk ên hunerî de bi 16 beşan de kurs bo Serdema Havînê li dar xistin û perwerdeya van kursan berdewam e.
Perwerde ji aliyê perwerdekarên pispor ve li atolye û polen Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç tên dayîn û tê de perwerdeya tembûrê, kemana qebak, perwerdeya dengî, gitar, çello, govendê, kemanê, flûtê, wêne, klarnet, erbane, wênegirî, piyano, kemençeya klasik û neyê tên dayîn.
“Ji derfetên vir sûdê werdigirim”
Kadîr Ezen ji kursên havînê sûdê werdigire, got ku ji ber perwerdeya zanîngehê min navber dabû kursa wênesaziyê li ser pêşniyaza mamosteyê xwe min xwe li kursa wênesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin qedy kir.
Ezen diyar kir ku ew ji derfetên kursê sûdê werdigire û xwe bi pêş dixe û weha axivî:
“Ez ji derfetên vir sûdê werdigirim. Ez ji bo hobi wêneyan çêdikim. Mamoste dersan baş dibêjin. Nêzî hefteyeke ez têm kursê û ez dibêjim qey ez baş pêş dikevim. Li vir em hem perwerdeya teorik digirin hem jî bi pratik wê cî bi cî dikin.”
“Derfetên vir li mal tune ne”
Misra Aydin jî yek ji kursîyeran e, got wek hobî min dest bi kursa çêkirina wêneyan kiriye û dixwaze vê ji xwe re bike kar.
Aydinê, ev tişt gotin:
“Min nûka lîse qedand û bo hobî min dest bi çêkirina wêneyan kir. Lê ez difikirim ku ez ê karibim wênesaziyê wek kar bikim lewra min xwe li kursê qeyd kir. Kurs bêpere ne, ev ji bo me baş e, lewra ez bi dilexweşî tême kursê. Ez sibê saet 10ê têm kursê heta êvarî li virê me. Mamoste gelekî alî me dikin. Derfetên vir ji yên malê baştir in.”
“Ev kurs bi dilê min e”
Pelîn Biçakçî yek ji kursiyeran e, got ez gelek hez ji stranbêjiyê dikim û ez gelek dixwazim gîtarê lêxim lewra min xwe li kursê qeyd kiriye û weha axivî:
“Nêzî 20 rojan min dest bi kursa gîtarê kir. Ez ji stranbêjiyê pir hez dikim. Gelek kêfa min bi lêdana gîtarê jî têt û ez hatim min xwe li kursê qeyd kir. Perwerdeya vir pir baş e ez ji mamosteyên xwe memnûn im. Ez ji nûka dest bi lêdana gîtarê dikim û mifayê kursê pir li min heye. Berê ez çûbûm kursa taybet lê evqasî mifayê wê nedabû min.”
“Ev kurs ji bo kar ezmûnek e”
Zîlan Kizilkan xwe ji bo konservatuarê amade dike, got ji bo ew karibe karê bi dilê xwe bide wê qeyda xwe li kursa Şaredariya Bajarê Mezin kiriye.
Kizilkan diyar kir ku ji bo karê bi dilê xwe bike ew xwe li vir ji konservatuarê re amade dike û weha axivî:
“Ev kurs tenê ji bo lêdana enstrûmanan nîn e, serê pêşîn ji bo xwe amadekirina karekî ez hatim vê kursê. Xebatên me gelek baş in. Ez xwe û hevalên xwe serkeftî dibînim. Ezmûnên me piranî der barê bihîstinê de ne lewra em li vir ser dengî dixebitin. Em ritim, stran û kilaman dibêjin an jî li amûran didin. Di ezmûna şiyanan de çi ji me bêt pirsin em li vir dibînin. Kursên taybet pir buha ne û ev derfeta şaredariyê gelekî bi kêrî me têt.”
