Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ciwanên jêhatî bo Belediyespora Şaredariyê gihandin

Şaredariya Bajarê Mezin, ciwanên jêhatî ku şiyanên wan di Fêrgehên Sporê de têne dîtin arasteyî Klûba Belediyesporê dike. Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, bi mebesta ciwanên jêhatî arasteyî werzîşê bike di bin banê Fêrgehên Sporê de ciwanan digihîne û wan dike sporbazên xudan lîsans. Zar

Şaredariya Bajarê Mezin, ciwanên jêhatî ku şiyanên wan di Fêrgehên Sporê de têne dîtin arasteyî Klûba Belediyesporê dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, bi mebesta ciwanên jêhatî arasteyî werzîşê bike di bin banê Fêrgehên Sporê de ciwanan digihîne û wan dike sporbazên xudan lîsans.

Zarokên di Fêrgehên Sporê de têne kevşkirin, di tîmên U12, U14 û U16 ên futbolê de lisansa wan tên çêkirin û arasteyî Klûba Belediyesporê ya Şaredariya Bajarê Mezin têne kirin.

Ahmet Yildirim zarokek e ku ji bo Klûba Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin hatiye wergirtin, got berê wî li kuçeyan goganê dikir, paşê beşdarî Fêrgeha Sporê bûye û bi rêkûpêk beşdarî rahênanan bûye.

Yildirim, weha axivî:

“Rahêner bi şiyanên min hesîyan û ez birim li Klûba Belediyesporê ya Şaredariya Bajarê Mezin lisansa min çêkir. Ji ber vê derfetê ez spasîyê li Walî û Şaredariya Bajarê Mezin dikim.”

Baran Yildiz sporman e, diyar kir ku armanca wî ew e ku di lîgeka rajor de bileyîze.

Yildiz, weha axivî:

“Di Fêrgehên Sporê de me rahênanên xwe dikirin. Li vir xuya ye min bala rahêneran kêşaye ser xwe û lisansa futbolê bo min çêkirin. Armanca min ew e ku di lîgeke bilind de bilîzim. Ji ber van derfetan min ji we minet e.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan