Co û solînên rê û kuçeyan tên paqijkirin
Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ, li tevahiya bajêr şebekeyên co û cobarên ava baranê paqij dike, mebesta vê paqijiyê ku sibero ava bibare da ku solîn û co nexitimin.
Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ, li seranserê bajêr xebata paqijkirina co û solînan da destpêkirin, bi vê boneye li hemû cade, bulvar û kuçeyên bajêr solînan paqij dike, coyên ava baranê û xetên kanalîzasyonê ji gend û gilêşan dimale.
Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ, armanca wê ew e berî zivistanê hêj baran nebarîn solîn û coyan paqij bike da ku ji ber lêmişta ava baranan nexitimin.
