Coşa fethê bi otobûsa gerîde ket kuçeyên Diyarbekirê
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 1382yemîn a Fetha Diyarbekirê di kuçe û kolanên Diyarbekirê de bi Otobûsa Gerîde konser da welatiyan.
Serokatiya Beşa Karûbarên Çandê û Civakî, di çarçoveya bernameyên Hefteya Fethê de bi Otubûsa Gerîde dest bi konseran kir.
Hunermendên Konservatuara Bajêr di Otobûsa Gerîde de, stranên Kurdî, Tirkî û Zazakî yên der barê Fetha Diyarbekirê de ji welatiyan re gotin.
Konser li ber Navenda Çand û Kongreyan a Sezai Karakoç dest pê kir û li ser Cadeya Yaşar Kemal dewam kir, welatiyan eleqe nîşanî konserê da.
Konserên bi Otobûsa Gerîde, 25’ê gulanê li Baglarê, 26’ê gulanê li Peyasê, 27’ê gulanê jî li kuçe û kolanên Sûrê dê berdewam bike.
