Dê roj 24 saet ava Pîranê hebe
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonan a Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), xebatên xwe didomîne da ku roj 24 saet bêrawestan avê bide navçeya Pîranê.
Ekîbên DÎSKÎyê, ji bo navçeya ku rojê kêm zêde gişk 1-2 saetî ava wê diherike 24 saet ava wê biherike li gundê Şingirkê xebata vedana bîrê bi encam da.
Ekîban ji bîrê 25 lt/sn av derxist û ew ji bo xeta ava navçeyê têkilî xeta guhastina avê kir, her weha rê li ber bikaranîna vê avê di karûbarên avdana zeviyan de girt.
Ekîban, depoya avê ku dê ava zêde lê bipengire xebata vehesî û çaksaziyê kir da ku roj 24 saet bênavber av biherike navçeyê, pê re kêmasiyên depoyê tev çareser kirin.
