Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Dengbêjî ket bin qeyda wezareta çandê

13 dengbêjên di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de, vê çand û kevnetora qedîm dabîn dikin wek “hilgirên mîrateya çandî” hatin tomarkirin. Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo dengbêjiya ku “bîra civakê ye” û vegêrana edebiyat û kevnetora kurdî ya devkî ye û bi awayê şagirt û hostetî b

13 dengbêjên di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de, vê çand û kevnetora qedîm dabîn dikin wek “hilgirên mîrateya çandî” hatin tomarkirin.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo dengbêjiya ku “bîra civakê ye” û vegêrana edebiyat û kevnetora kurdî ya devkî ye û bi awayê şagirt û hostetî bi pêş dikeve ji bo bo lîsteya “Hilgirên Mîrateya Çandî ya Neşênber” bêt wergirtin, serî li Wezareta Çand û Turîzmê da.

Gerînendetiya Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman, pêzanîn, belge û vîdeoyên xweser ên 13 dengbêjan ji wezaretê re şandin. Serlêdan di bin navê Aşiqî-Hozanîyê de hate qebûlkirin û paşê 13 dengbêj ji bo hevdîtinê hatin vexwendin, desteyek 11 kesî dengbêj gundar kirin.

Piştî nirxandinê 13 dengbêj, ji bo lîsteya “Hilgirên Mîrateya Çandî ya Neşênber” hatin wergirtin û biryar hate girtin ku “Karta Danasîna Hunermendî” ji wan re bêt dayîn.

“Em ê vê çandê bidin nasandin”

Dengbêj Seyîthan Koç, got ku ew bi tevkariya Şaredariya Bajarê Mezin çanda dengbêjiyê berdewam dikin û got, armanca wan ew e ku ew vê çandê bigihînin nifşên nû.

Koç, li ser rapora Şaredariya Bajarê Mezin ew ji bo pêşbirkê çûne Enqerê û beşdarî pêşbirka Wezareta Çand û Turîzmê bûne û weha axivî:

“Pêşbirka me baş derbas bû. Ez gelekî memnûn bûn, kêfa me pê hat. Ez gelek spasiya Wezareta Çandê dikim. Bi van kartên ku Wezaretê dane me em ê karibin lig elek deverên Tirkiyeyê konseran bidin, em ê karibin dîwanên dengbêjiyê saz bikin. Em ê karibin derkevin derveyî welêt. Em ê dengê dengbêjan bigihînin her derê û bi xelkê bidin nasîn. Em ê rê nedin ku ev xizîneya çandê tune bibe. Em ê wê ji bo nifşên dahatê bigihînin. Ev çand ne tenê ya Kurdan e, her weha ya Tirkan e jî, ya hemû Tirkiyeyê ye. Em ê ji bo pêşvebirina vê gêncê xebatên xwe bidomînin.”

“Dengbêjî bû xwedî statû”

Alî Can Îpek jî dengbêj e û bal kişand k udi pêşbirka dengbêjiyê ya Wezareta Çandê de wan serkeftin bi dest xwe ve anîye û axaftina xwe weha domand:

“Dengbêjî bû xwedî statûyeke resmî. Em ji ber vê gelek bextewar in û ji ber ev fersend daye me em spasiyê li Şaredariya Bajarê Mezin dikin. Em dixwazin, çanda dengbêjiyê hem li nava welat hem jî derveyî welat jî bête naskirin. Dengbêjî xwedî raboriyeke pir kevin a çandî û dîrokî ye. Dengbêjî wek bîrekê ye. Dengbêjek dikare 100-200 stranan jiber bike, ev hunereke gelekî mezin e.”

“Em dixwazin çanda me li dinyayê belav bibe”

Dengbêj Neytullah Sayili jî hestên xwe bi van gotinan derbirîn:

“Em naxwazin ev çanda dengbêjiyê tune bibe, em dixwazin ev çanda dengbêjiyê hem li nava welat hem jî li derve bêt naskirin. Bila dengbêjî nav gelê me belav bibe. Heta niha tu statûya fermî ya dengbêjiyê tune bû, êdî dengbêjî bû karekî fermî. Her kesê keda wan di ber de heye, mala wan ava. Em dixwazin vê çanda xwe li dinyayê berbelav bikin û bidin nasîn.”

Mehmet Saît Yoldaş jî diyar kir ku gelekî baş e ku dengbêjî bi resmî hate naskirin û kete nav qeydên Wezareta Çand û Turîzmê.

Yoldaş, bi bîr xist ku bi fermîbûna sttatûya dengbêjiyê re ew ê karibin bi fermî dîwanên xwe yên dengbêjiyê li hundir û derveyî welêt saz bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan