Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Dêra Saint George ya restorekirî dê hunerhezan pêşwazî bike

Şaredariya Bajarê Mezin, restorekirina Dêra Saint George ya li navçeya Sûra tarîxî ku ji aliyê turîzmê ve gelek giringiya xwe heye, bi encam kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, şûnwarên di warê çandî û dîrokî de xwedî giringiyê ne ji bo bixe ber xizmeta turîzmê xebatên xwe bi pêş dixe.

Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê, xebatên restorekirina ji 99 birçan li 24 bircên Keleha Diyarbekirê berdewam e û pê re Dêra Saint George ya li Navkelehê ku ji sala 2008’ê ve ye wek galeryaya hunerî tê bikaranîn restore kir û bo xizmetê amade kir.

Xebatên restorekirinê di îlona sala par de dest pê kirin, hinek beşên ban û qubeya wê hatine restorekirin, derz hatin dagirtin û tîhndana wê dabîn kir.

Dêra dîrokî bi lempeyan hat ronîkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta ev dêra dîrokî bi şevê xweşkûk xuya bike û şewq vede lempeyên spot li hin deverên dêrê hatin bicihkirin.

Bi dabînkirina van lempeyan dêr bi şevê rengîntir xuya dike.

Restorasyona Dêra Saint George bi encam bû û hunerhez wek galeryaya hunerê dikarin serdana xwe lê bikin.

Dêra Saint George

Dêra Saint George, li bakurrojhilatê Navkelehê de ye, dîroka wê ya çêkirinê bi duristî nayê zanîn, li gorî kereseyê di çêkirina wê de hatiye bikaranîn diyar dibe ku dêr Piştî Îsa di sedsala 2yê de hatiye avakirin.

Dêr, di serdema Artûqiyan de wek hemama serayê hatiye bikaranîn, li gorî hin çavkaniyan El Cezeriyê navdar xebatên xwe li vê derê meşandine.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan