Destek bo xudanên gom û tavxaneyan
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo cotyarên Çermûgê ku ji ber barîna berfê zirar bi gom û tavgehên wan ketiye piştgiriya sac û naylonan terxan kir. Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo cotyar ji çandiniyê dûr nekevin û karê xwe berdewam bikin xebatan dike. Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, cotyarên Çermû
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo cotyarên Çermûgê ku ji ber barîna berfê zirar bi gom û tavgehên wan ketiye piştgiriya sac û naylonan terxan kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo cotyar ji çandiniyê dûr nekevin û karê xwe berdewam bikin xebatan dike.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, cotyarên Çermûgî ku ji ber pûk û berfê zirar bi gom û tavxaneyên wan ketiye destê yarmetiyê dirêj kir.
Ekîban, serê pêşîn dest bi tespîtkirina xusara li navçeyê kir ku ji bo 8 cotyaran 2 hezar metrekare naylona tavxaneyê, ji bo 470 metrekare gomê jî sac zirar heye.
Wezîfedarên Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, piştî tespîtkirinê naylon û sacê banan radestî cotyarên ziyandîtî kir.
