Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Dezgehê Parzinandina Avê ya Bismilê roja jîngehê dikeve ber xizmetê

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), xebatên xwe yên li ser dabînkirina Dezgehê Parzinandina Avê ya Bismilê gihandin encamê. Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, xebatên xwe yên li ser dabînkirina Dezgehê Parzinandina Avê didomîne, bi pêkhatina dezgehî

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), xebatên xwe yên li ser dabînkirina Dezgehê Parzinandina Avê ya Bismilê gihandin encamê.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, xebatên xwe yên li ser dabînkirina Dezgehê Parzinandina Avê didomîne, bi pêkhatina dezgehî re çemê Dîjleyê tê parastin.

Ji bilî Dezgehê Zuhakirina Herîyê hema bêje avakirina bînayê gihîştiye serî, ji sedî 60ê xebatên elektrîk û mekanîkî yên Dezgehê Parzinandina Avê bi dawî hatine û tê çaverêkirin dezgeh 5ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê bikeve ber xizmetê.

Dezgeh dê li ser 48 hezar metrekareyê bête çêkirin, rojane 12 hezar û 500 metrekup ava gemar dê bête paqijkirin û berdine nav Çemê Dîjleyê.

“Dezgeh Roja Jîngehê dikeve ber xizmetê”

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebatên li ser Dezgehê Parzinandina Avê ya li Bismilê seh kir û der barê wê agahî ji rayedaran wergirtin.

Tutşî bal kişand ku ev dezgeh dê 5ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê ji bo xizmetê bête vekirin û got ku xebatên kanalizasyona dezgehî hema bêje gihîştine ber qedandinê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan