Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Di “2021 sala fêkiyên bi qalik” de 50 hezar petrûme li 30 hezar darî tê kirin

Piştî ku Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu 2021 wek sala fêkiyên bi qalik ragihand Şaredariya Bajarê Mezin ket bizavê û ew ê 50 hezar petrûme li 30 hezar darî bike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewaran, bi taybetî li navçeyên bakur ên xwedî erda asê û çiyayî, ji bo çandina gûz, bahîv, fistiq û şembolekan zede bibe bi taybetî li gundên destnîşankirî li 30 hezar darên xirş ên bêber 50 hezar petrûme tên kirin.

Cotyarên ku dê ji vê projeyê sûdê werbigirin divê li Pergala Cotyaran (ÇKS) qeyda xwe hebe û herî kêm divê 5 donim û herî zêde jî 100 donim erda wan hebe. Heta niha 10 hezar darên gwîzê hatine niçilandin.

Bi bidawîbûna xebata petrûme û niçilandinê dê li bajêr hilberîna gûz, bahîv, fistiq û şembolekan zêde bibe.

Dê col û kerîyên pezî bêne dezenfektekirin

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewaran, ji bo karê xwediyê pez û sewalan hêsantir bibe projeya “Pezşoka Mobîl” pêk bîne.

Makînekên pezşûştinê dê li gund û gundikên ku zêde pez lê tê xudankirin bêne bicihkirin û bi vî awayî dê pez û mêşînan xweştir bişon.

Bi dabînkirina vê projeyê re di 1 saetê de nêzî hezar pezî dê di vê Pezşoka Mobîl de bê şûştin.

Pez, salê du caran dê di vê pezşokê de bê şûştin û ji qijnik û nexweşiyan bêne parastin.

Ji bo 100 kesî makîneya şîrdotinê

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo nehêle di dotina şîrî de pirsgirêk çêbibin li seranserê bajêr dê makîneya şîrdotinê li 100 kesî belav bike.

Her weha bi mebesta zêdebûna şîreya tirî jî dê makîneya pestkirina tirî bide 21 rezvanan.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo hilberîna bahîvan li bajêr zêde bibe di nava sala 2021’ê de, bê pere dê 10 makîneyên rûçikandina bahîvan û 10 makîneyên daweşandina bahîvan belav bike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewaran, bi mebesta bala mirovan bikêşe ser hilberandina hingiv dê ekîpmanê mêşvaniyê li 94 mêşvanan belav bike.

55 pengavên ava vexwarinê bo heywanan tên çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo rê li ber berhewabûna goşt û şîrî bigire li wan gundên destnîşankirî dê di nava vê salê de 55 pengavên ava vexwarinê yên heywanan çêbike. Piştî îhaleya wan hate kirin dê dest bi avakirina pengavan bête kirin.

Çawa ku evan pengavan bi zerengiyeke durist dest bi xizmetê kirin dê bi hezaran dermale jê sûdê werbigirin. Bi çêkirina pengavên ava vexwarinê ya heywanan dê rê li ber berhewabûna goşt û şîr bê girtin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewaran, li deverên bala û bilind ên bajêr ji bo ava kaniyên biçûk ên avê berhewa neçin û zevîyên derametî bi rêkûpêk bêne avdan dê 55 birk û quleteynên avê çê bike.

Her weha di çarçoveya projeya sala 2021’ê de dê li gundên diyarkirî ji bo pêşxistina xudankirina mangeyan dê 55 hewzên heriya mangeyan jî çêbike.

Li 24 taxan nivîsgehên mixtaran tên avakirin

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewaran, ji bo welatî baştir bikaribin xwe bigihînin muxtaran da ku xizmeteke baş jê re bête kirin dê li 24 taxan nivîsgehên mixtaran bêne danîn.

Nivîsgehên mixtaran ji 30 metrekare prefabrîkan pêk tê 12 li navçeya Sûrê, 4 li Baglarê û 8 jî li Yenîşehrê tên danîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan