Di rojên koronayê de Çand-Huner
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, di pênc mehên dawî de 167 bernameyên çand û hunerî li dar xistin. Di nav van bernameyan de dîwanên dengbêjan, sinema û şano, konser û pêşangeh, çîrokbêjî û helbestxwendin û pêşbirk hebûn.
Şaredariya Bajarê Mezin, di navbera mehên mijdar û adarê de 150 rojan 167 bernameyên çandî û hunerî li dar xistin û demeke bi coşî û xweşî ji bo şêniyên bajêr terxan kir.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameyên çandû hunerî de di pênc mehên dawîn de bernameyên dîwana dengbêjan, sinema û şano, pêşbirk û helbestxwendin, çîrokbêjî û gotûbêj bi giştî 167 bername pêşkêşî hunerhezan kirin.
