Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ)

DÎSKÎ, ji bo dabînkirina ava vexwarinê ji Çemê Pasûrê sîstemeke nû ava dike

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta bihêzkirina peydakirina ava vexwarinê li navenda navçeya Pasûrê ku ji ber guherîna avhewayê û kêmbûna baranê asta ava bin erdê kêm bûye, veberhênaneke nû pêk tîne. Di çarçoveya projeye de ku armanc ew e di sê mehan de bi dawî bibe, li ser Çemê Pasûrê avahiya wergirtina avê ya bi kapasîteya di çirkeyekê de 50 lître, navenda bilindkirina avê (pompakirin), bi giştî du depoyên modular ên bi kapasîteya 80 metrekupî û sîstema elektromekanîk dê bên sazkirin.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo pêdiviya ava vexwarinê ya navenda navçeya Pasûrê ku sondajên heyî ji bo peydakirina daxwaza zêdebûyî ya avê kêm dimînin, projeya "Çêkirina Navenda Bilindkirinê û Avahiya Wergirtina Avê ya Çemê Pasûrê" dixe meriyetê. Bi vê projeyê, Çemê Pasûrê dê wekî çavkaniya piştgiriyê bibe beşek ji sîstema ava vexwarinê ya navçeyê.

Ji Çemê Pasûrê dê di çirkeyekê de 50 lître av bê wergirtin

Di çarçoveya projeyê de li Çemê Pasûrê bi xebatên kolan, dagirtin û biqedexekirina kevirî, qada ku av jê re bê rênîşandan dê bê çêkirin. Bi rêya pompeya moxilkirî ku dê li ser platforma ajober bê bicîkirin, ji çem di çirkeyekê de 50 lître av dê bê wergirtin.

Ava ku tê wergirtin, dê bo depoya modular a ji pola neyê xurandin a 50 metrekupî ku dê li herêma bîra keson bê sazkirin, bê veguhastin. Navenda bilindkirinê ya li vir, dê avê bi rêya xeta veguhestinê ya heyî bîne sîstema parzûnkirinê (fîltrekirin) ya li devera Darabînê. Bi çalakkirina sîstemê re, dabînkirina ava vexwarinê ya navçeyê dê bi çavkaniyên cuda bê piştgirîkirin.

Kapasîteya depokirin û bilindkirinê dê bê bihêzkirin

Li devera Darabînê 30, li herêma bîra keson jî depoyeke modular a ji pola neyê xurandin a bi kapasîteya 50 metrekupî dê bê sazkirin. Hecma nû ya depokirinê ku bi giştî 80 metrekup e, dê bibe alîkar kuherîna avê di qonaxên bilindkirin û parzûnkirinê de bê hevsengkirin.

Di navenda bilindkirinê ya li herêma bîra keson de dê du pompeyên 160 kilovatî, di sîstema li devera Darabinê de jî dê du pompeyên 137 kilovatî bên bikaranîn. Sîstema elektromekanîk ku bi xeta veguhastina enerjiyê, trafo, otomasyon û pêkhateyên kontrolê dê bê piştgirîkirin, dê misoger bike ku av bi awayekî ewle bê wergirtin û bo tesîsa parzûnkirinê bê veguhastin.

Bi sîstema veguhastî re bandora li ser hawirdorê dê bê sînordarkirin

Dub, platform û hêmanên alîkar ku dê di avahiya wergirtina avê de bên bikaranîn, dê ji sîstemên pola yên veguhastî bên çêkirin. Bi vê yekê, mîktara avahiya betonî ya daîmî di nivîna çem de dê bê kêmkirin, û di serdemên lehiyê de dê derfet bê dayîn ku pêkhateyên sîstemê bên rakirin û bo qada ewle bên veguhastin.

Sîstema modular ku dê xebatên lênêrîn û tamîrkirinê hêsan bike, di dema pêdiviyê de dê derfetê bide ku xala wergirtina avê jî bê guherandin. Bi vê rêbazê destwerdana li ber avahiya sirûştî ya nivîna çem dê bê sînordarkirin.

Yekeyên parzûnkirinê yên li devera Darabînê û serê navenda bilindkirinê ya li herêma bîra keson dê bi konstruksiyona pola û panelên îzolasyonê bên girtin. Li qadên tesîsê çêkirina dîwarê derdorê, têla parastinê, ronîkirin, deriyê ketinê û serlêdanên ewlehiya qadê jî dê bên pêkanîn.

Cûrebeşiya çavkaniyan dê ewlehiya ava navçeyê bihêz bike

Serokê Daîreya Herêma 1ê ya Karsaziyên DÎSKÎyê Abbas Aslan diyar kir ku proje ji aliyê guncandina bi guherîna avhewayê û rêveberiya hevseng a çavkaniyên avê ve dê plansaziya demdirêj a ava navenda navçeya Pasûrê bihêz bike. Aslan bal kişand ser giringiya nirxandina hevpar a çavkaniyên ava ser erdê û bin erdê û wiha axivî:

"Guherîna avhewayê rastexwe bandorê li rêzika baranê û kapasîteya xwedîkirina çavkaniyên ava bin erdê dike. Di rêveberiya zanistî ya avê de cûrebeşiya çavkaniyan, di dijî vê guherbariyê de yek ji hêmanên bingehîn ên berxwedanê ye. Bi tevlêkirina Çemê Pasûrê di sîstema ava vexwarinê de, em armanc dikin ku zexta li ser sondajan kêm bikin û peydakirina ava navçeyê bînin avahiyeke hevsengtir. Bi hilbijartina sîstema modular û veguhastî, em modeleke endezyariyê ya ku xwe bi mercên karsaziyê re diguncîne û bandora hawirdorî ya li nivîna çem sînordar dike çêdikin. Em vê veberhênanê wekî gaveke demdirêj ku bersivê dide pêdiviya îro ya Pasûrê û amadekariyê ji bo rîskên avê yên ku di paşerojê de dibe ku rastî wan bê dike, dinirxînin."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan