DÎSKÎ, pêkanîna pîverên biaqil berbelav dike
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonan a Diyarbekirê (DÎSKÎ), bi mebesta rêlibergirtina bikaranîna avê ya bi qaçaxî pêkanîna pîverên biaqil dorfireh dike. DÎSKÎ, ji serê Adarê ve, li kargeh û malan nêzî 3 hezar pîverên biaqil monte kirin. Ekîb, serê pêşîn li avahiyên nû hatine çêkirin
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonan a Diyarbekirê (DÎSKÎ), bi mebesta rêlibergirtina bikaranîna avê ya bi qaçaxî pêkanîna pîverên biaqil dorfireh dike.
DÎSKÎ, ji serê Adarê ve, li kargeh û malan nêzî 3 hezar pîverên biaqil monte kirin. Ekîb, serê pêşîn li avahiyên nû hatine çêkirin vê pêkanînê dike, piştî ku vê pêkanînê encamên baş dan ev pêkanîna xwe li deverên din ên bajêr jî berbelav kir.
Bi pîvera biaqil derfetên baş hene
DÎSKÎ, li gorî teknolojiyê gavên nû diavêje û bi vê boneyê pêkanîna pîverên biaqil bi pêş xist ku abone karibin berî qewla xwe deynê xwe razînin.
Abone dikarin li gorî vê derfetê pêşwext deynê ava xwe bidin û avê bi kar bînin.
