Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

DÎSKÎ pirsa avê ya Çunguşê çareser dike

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), ji bo ro bîst û saet bênavber avê bidine Çunguşê xebat da destpêkirin. Havînê ava vê navçeyê kêm dibe. Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya navçeyê li ser Şaredarê Çunguşê A

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), ji bo ro bîst û saet bênavber avê bidine Çunguşê xebat da destpêkirin. Havînê ava vê navçeyê kêm dibe.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya navçeyê li ser Şaredarê Çunguşê Ali Suat Akmeşe û xebatkarên teknîkî kaniyên avê saxtî kirin.

Tutşî diyar kir ku ew lê dixebitin ku 7/24 saet bênavber avê bidin navçeyê û weha axivî:

“Niha ava navçeyê ji kaniyên gundê Alyozê tê danînkirin, em ê xebatên xwe ser kaniyên wirê bidomînin. Di rastiyê de em ji pêdiviyê zêdetir avê didin navçeyê lê av bi karûbarên din tê pûçkirin. Lewra divê em avê beredayî bernedin û baxçe û bîstanên xwe bi ava vexwarinê av nedin.”

Bêrm tê çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ava gundê Aktaşê di karûbarên avdanê de bête bikaranîn dê bêrmekê çêke. Ekîban, ji bo testkirina rewşa deverê xebatên etûtê dan destpêkirin.

Di serdana Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî de, Serokê Daîreya Geşedana Gundewarî Nîhat Nurbakî jî amade bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan