DÎSKÎ têkoşînê bi ava qaçax re didomîne
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî:
“Rojane em têra 2 milyon welatiyan avê didin bajêr lê mixabin ji ber ava wenda û bi qaçaxî tê bikaranîn av têra her kesî nake. Em ji welatiyan hestyariyê dixwazin.”
Gerînendetîya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), li navenda bajêr û gundan bêrawestan têkoşîna dijî ava qaçax dimeşîne.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, beşdarî saxtîyên li navçeya Baglarê ji bo ava qaçax hatiye lidarxistin bû û ji karmendan xwest ku der barê qaçaxçîtiya avê de bi hişyarî tevbigerin.
Tutşî, der barê xebatên li ser têkoşîna dijî ava wenda û qaçax de daxuyaniyek da û got ku ew ji Benda Dîcleyê 177 metre terfi dikin ava verxwarinê disafînin û raberî navenda bajêr dikin.
Tutşî diyar kir ku rojane kapasîteya parzinandina ava vewxwarinê 260 hezar metrekup e û weha axivî:
“Di şertên normal de rojane serê kesî mezaxtina avê nêzî 120 lître ye. Rojane kêm zêde ji bo têra 2 milyon welatiyan av tê hilberandin lê mexabin mehên havînê av kêm digihêje hin malan. Ji ber ku hinek welatiyên me bi ava şebekeyê baxçe û bîstanên xwe av didin. Nexwe ava me têra bajêr dike û jê zêde ye jî, lê ji ber ava qaçax av kêm dibe. Em ji welatiyan dixwazin di vî warî de hişyar bin.”
