DÎSKÎyê, Zerzevan ji bo bernameyê amade kir
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), berî Bernameya Çavdêriya Esmanan a li Keleha Zerzevanê berhevî temam kirin. Bi serperiştiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û bi tevkarî û piştgiriya Wezareta Ciwanan û Sporê, Wezareta Çand û Turîzmê, Parêzgeriy
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), berî Bernameya Çavdêriya Esmanan a li Keleha Zerzevanê berhevî temam kirin.
Bi serperiştiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û bi tevkarî û piştgiriya Wezareta Ciwanan û Sporê, Wezareta Çand û Turîzmê, Parêzgeriya Diyarbekir, Şaredariya Bajarê Mezin, Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê û Ajansa Esmanan a Tirkiyeyê (TUA) li Diyarbekirê dê Bernameya Çavdêriya Esmanan a Zerzevanê birêve biçe, DÎSKÎ ji bo bernameyê amadekariyan dike.
Berî Bernameya Çavdêriya Esmanan a Zerzevanê ku dê îsal malovaniyê ji gelek mêvanên der û hundir bike xebatên binesazî û sersaziyê li qadê meşandin û dever ji bo bernameyê amade kir.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebatên li Keleha Zerzevanê saxtî kirin û der barê xebatan de agahî ji reyadaran wergirtin.
