Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

DÎSMEK ji 7 heta 70 salî fêr dike

Şaredariya Bajarê Mezin, di kursên DÎSMEKê de ji 7 heta 70 salî kursiyeran ji bo jiyana kar amade dike. DÎSMEK di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de xebatên xwe dimeşîne, bi mebesta xebatkarên şareza bigihîne û wan ji bo jiyana kar amade bike perwerdeya xwe berdewam dike. DÎSMEK

Şaredariya Bajarê Mezin, di kursên DÎSMEKê de ji 7 heta 70 salî kursiyeran ji bo jiyana kar amade dike.

DÎSMEK di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de xebatên xwe dimeşîne, bi mebesta xebatkarên şareza bigihîne û wan ji bo jiyana kar amade bike perwerdeya xwe berdewam dike.

DÎSMEK, bi giştî di 92 kursan de perwerdeyê di beşên cur bi cur de dide 1600 kursîyerî.

6 hezar û 750 kursiyer perwerde bûn

DÎSMEK, ji ciwanan bigire heta pîrekalan ji bo her temenî kursan dide û hewl dide xwe bigihîne her texma civakê. Li kursên Goletkîpark, Sumerpark, Parqîn û Qizilayê di 2 mehên dawîn de 6 hezar û 750 xwendekarî di branşên cuda cuda de kurs dît.

Metîn Salarhan nûka beşdarî kursa aşpêjiyê bûye, got berî niha qet ezmûna wî ya mutbexê nîn bûye lê piştî beşdarî kursa DÎSMEKê bûye fêrî vî karî bûye.

Salarhan, diyar kir ku ew ji bo bi awayekî şareza karê aşpêjiyê bike beşdarî vê kursê bûye û got, “Ez dixwazim di vî warî de xwe bi pêş ve bibim. Diyarbekir bajarê gastronomîyê ye ez dixwazim di vê girarê de xwêya min jî hebe.”

“Ez dixwazin cihekî ji xwe re vekim”

Gonul Tunç beşdarî kursa Durînkarîyê bûye, got ji serê kursê ve ye ez gelekî pêşketime.

Tunç diyar kir ku ew êdî kare makîneyê gelek baş bi kar bîne û weha axivî:

“Ev cilê niha li ber min e, li vê derê bi saya mamosteya xwe me bi hev re durît. Her weha ez ji hevalên xwe re û ji nasên xwe re cil û bergan didurim. Min di vî warî de xwe bi pêş ve bir. Çend qonaxên din jî hene ez wan jî bielimin êdî min dil heye ji xwe re terzîxaneyekê vekim.”

DÎSMEK perwerdeyeke baş dide

Sude Tekinbaş pispora ciwankariyê û kursiyera Venêrîna Rûberan e, weha axivî:

“Ez dixwazim di karê xwe de bibim ya herî baş. DÎSMEK perwerdeyeke gelek baş dide. Em bi belaş perwerdeya xwe pêk tînin. Piştî perwerdeyê em dixwazin li Diyarbekirê di warê xwe de karên gelek baş bikin.”

Kursiyera Venêrîna Rûberî Zehra Ozpinar jî got, wê ji bo xwe bi pêş bixe beşdarî di kursa DÎSMEKê de kiriye û got, “Ez tişta li vir fêr dibim li mal jî pratika wê dikim. Fon, teşedana porê, teknîkên rastkirinê, xelek xelekkirinê li ser pora xweşika xwe û hevala xwe diceribînim.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan