DÎSMEK perwerdeya têkoşîna dijî tîryakê dide kursiyerên xwe
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên rêgirî û parastinê de perwerdeya der barê têkoşîna dijî tîryakê da kursiyerên DÎSMEK’ê.
Navenda Piştgirî û Şêwirmendiya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişber ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin de dixebite, li bajêr xebatên xwe yên ji bo rêlibergirtin û parastina ji madeyên hişber didomîne.
Derûnînasên Navenda Piştgirî û Şêwirmendiya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişber Serap Çapraz û Ugur Çagan Alakuştekin, ji kursiyerên DÎSMEK’ê de der barê xwejêparastin û rêlibergirtina bikaranîna madeyên hişber û tîryakê de dewrên perwerdeyê û hişyarkirinê li dar xistin.
