Dîwar û şopên pesarên Sûran hatin kifşkirin
Şaredariya Bajarê Mezin di xebatên qoanaxa 5ê ya restorekirina sûran de li ser şopên pesar û dîwarên ku bircên hejmar 71 û 72ê digihîne hev, hil bû. Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta Sûrên Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê a UNESCOyê de ye bigihîne siberojê xebatên restorekirinê
Şaredariya Bajarê Mezin di xebatên qoanaxa 5ê ya restorekirina sûran de li ser şopên pesar û dîwarên ku bircên hejmar 71 û 72ê digihîne hev, hil bû.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta Sûrên Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê a UNESCOyê de ye bigihîne siberojê xebatên restorekirinê bi berfirehî didomîne.
Tê zanîn Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya sala par bo Diyarbekirê xwestibû ku bircên hejmar 63 û 73 ku li Newala Dîjleyê dinêrin û Rojhilatê Sûran li xwe digire, bên çêkirin jî tê de dê 11 birc bêne restorekirin.
Di kolandinên lêkolînê yên di navbera bircên hejmar 71 û 72ê de tête meşandin gihîştin binaxeyê dîwaran û şopên pesarên sûran hatin dîtin.
Ekîb, ev dîwarê navnera herdu bircan de hilweşîyaye dê ji nû ve lêke û ev xebata lêkirinê dê gelekî bi hesasî bête pêkanîn da ku li ser binemayê resen ê sûran be.
