Du rêgehên nû yên otobûsan hatin danîn
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şêniyên bajêr çêtir bikaribin ji xizmetguzariya nexweşxane, perwerde, tenduristî û bazirganî sûdê werbigirin du rêgehên nû bi otobûsên O2 (2 otobûs) û Z7 (2 otobûs) xistin ber xizmetê.
Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî xweştir bikaribin xizmetguzariya nexweşxane, perwerde, tenduristî û bazirganiyê pêk bînin xebatên xwe didomîne. Şaredariya Bajarê Mezin ji bo şêniyên bajêr çêtir bikaribin ji xizmetguzariya nexweşxane, perwerde, tenduristî û bazirganî sûdê werbigirin du rêgehên nû bi otobûsên O2 (2 otobûs) û Z7 (2 otobûs) xistin ber xizmetê. Bi vê xizmetê şaredarî tê dixebite ku barê trafîkê hinekî din sivik bike.
Rêgehên otobûsan
Z7 (2 otobûs): Havaalanı – Newroz Parkı – Otogar – Mezopotamya Caddesi – Lunapark – Dünya Kavşağı – Mastfroş Caddesi – Araştırma Hastanesi – Toki – Üçkuyular
O2 (2 otobûs): Batı İlçe Garajı – Yeni Hal Kavşağı – Kantar – Yeniyol – Metropol – Mastfroş Caddesi – Maliye Konutları – Organize Sanayi
