Gelpeyvîna ji bo xebatkaran dest pê kir
Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînendetîya Giştî ya DÎSKÎyê di encama pişkavêtinê de 143 xebatkar têne wergirtin, milaqet û gelpeyvîna van kesên di pişkê de bi ser ketine dest pê kir. Pişt di hizûra noterê de hatin avêtin.
Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin 56 kes têne wergirtin, van kesan serlêdana xwe li Serokatiya Daîreya Jêrderkên Mirovan û Perwerdeyê dan û bo gelpeyvînê hatin qebûlkirin.
Ev xebatkar dê li beşên cuda cuda de kar bikin lewra jî ji bo wan komîsyon atin avakirin da ku li ser beşên xwe bên dabeşkirin.
Komisyona Gelpeyvînê, der barê qada xebatê de pirs ji xebatkaran kirin.
Encama milaqata ji bo 143 kesên dê li Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê de bêne wezîfedarkirin 30 Nîsanê bi dawî tê.
