Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Goristan bo cejnê amade ne

Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin berî Cejna Qurbanê di hemû mezel û goristanên bajêr de karûbarê paqijiyê da destpêkirin.

Ekîbên bi ser Midûrtiya Şaxa Paqijiyê a Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin bi boneya Cejnê Qurbanê karûbarê paqijiyê li ser hemû goristan û meqberên bajêr da destpêkirin. Ekîbên Şaredariyê paqijiyê li ser Goristana Yekîkoyê qedand û paqijî li ser goristana Şehîtlik, Mardînkapi, Çiftehavuzlar, Alîpinar û Meqbera Qedîm a Suryaniyan dewam dike. Ekîb, giyayê bejî yê ser mezelan diçine, gilêş û gendê ser mezelan berhev dike, rêyên goristanan tevan paqij dike. Piştî karûbarê paqijiyê ekîbên şaredariyê dê dijî kêz û mêşan li goristanan dermanan bireşîne.

Li Gêlê Qada Gorên Pêxemberan hat paqijkirin

Ekîbên bi ser Midûrtiya Şaxa Paqijiyê a Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ligel xebata paqijiya ser goristanan, heman wextê li navçeya Gêlê jî Goristana Pêxemberan paqij kir. Ji ber ku di eyd û cejnan de gelek kes serdana goristana pêxemberan dike, ekîbên Şaredariyê zend û bend şidandin û meqbera pêxemberan ji gend û gilêşan malişt.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan