Gotûbêja “Melayê Cizîrî û Dengbêj”
Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bi mebesta danasîna şakarên çandî gotûbêja “Jiyan û Helbestên Melayê Cizîrî- Dengbêj” hate lidarxistin. Li Mala Dengbêjan a bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî panelek der barê jiyan û helbestên Melayê Cizîrî de hate lidarxistin. Cizîrî di sedsala
Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bi mebesta danasîna şakarên çandî gotûbêja “Jiyan û Helbestên Melayê Cizîrî- Dengbêj” hate lidarxistin.
Li Mala Dengbêjan a bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî panelek der barê jiyan û helbestên Melayê Cizîrî de hate lidarxistin. Cizîrî di sedsala 16ê de jiyaye û şakarekî wêjeya tesewifî ya Kurdî ye.
Di panelê de Hîndekarê Beşa Zimanên Rojhilatê û Wêjeyê ya Fakulteya Wêjeyê a Zanîngeha Dîjleyê Dr. Muhammed Şerîf Azarkan axaftinek kir û der barê Cizîrî de beşdar agahdar kirin.
Di panelê de fikir û ramanên Cizîrî hatin axaftin, qesîdeyên wî hatin xwendin û dengbêjan jî helbestên Melayê Cizîrî wek stran gotin.
Dr. Azarkan, got wan der barê jiyana Melayê Cizîrî de hin beş parve kirine û bername xweş derbas bûye.
Azarkan diyar kir ku kesayetên şopa xwe li dîrokê hiştiye giring e ji aliyê nifşên nû ve bêne naskirin û weha axivî:
“Bêguman heke em van ustadên xwe bixwînin, bi wayekî civakî, derûnî, felsefî û wêjeyî em ê bigihîjin cihên giring. Îro giring e em van şakarên xwe bi zarok û ciwanên xwe bidin nasîn. Ji ber ev bername amade kiriye, em spasiya Şaredariya Bajarê Mezin dikim.”
