Guzeloglu peyama Şeva Beratê weşand
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, bi boneya Şeva Beratê peyamek weşand û banga hevgirtinê kir.
Bêguman şevên pîroz, ji aliyê bawerî, îman û îbadetê ve tên wateya xwe nûkirin û rûbirûbûna bi raboriyê re her weha ji bo plankirina siberojê, lihevhatin, sulh, pêkhatin; di gel xwe, di gel malbata xwe û di gel biradînên xwe, ji bo mirov hemberî hemû gerdûnê dilovanî û aştîxwaz be, ev şevên ha fersendeke gelek mezin in.
Şeva Beratê mizgîniya heyva pîroz a rojî Remezanê ye; her weha tê wateya efû, tobekirin, bexşandin, tûşbûna bi ef û rehmetî Xwedayî, misliman xwe dispêrin ber rehm û efûya Xwedê Mezin, ji bo bigihêjin lutf û bereketa wî ev şev dergehên tobe û mexfîretê vekirine.
Ez di Xwedayê Dilovan niyaz dikim ku Şeva Beratê ji bo alema îslamê tifaq û hevgirtinê bi xwe re bîne, di vê serdema me ya nexweş de tenduristî û saxlemiyê bide me, aramî û aştiyê bixe nav civaka me, tobe û duayên me qebûl bike.
Bi van hest û ramanan, ez Şeva Beratê ya miletê me yê ezîz pîroz dikim û hêvîdar im ku ev şeva mibarek bibe wesîle ku deriyên dilê me li hev vebibin, yekitî, tifaqa me xurttir bibe.
Hasan Basrî Guzeloglu
Waliyê Diyarbekirê û Cîgirê Şaredariya Bajarê Mezin
