Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çand, Huner û Karûbarên Civakî

Hafize veguhastî cih û mekanan dibe: Ji bo Qada Abîdeyê ya 5ê Hezîranê banga vekirî

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku bîranîna kesên di êrîşa 5ê Hezîrana 2015an de li Qada Îstasyonê jiyana xwe ji dest dabûn zindî bihêle û cihê bîranînê ku îradeya aştiyê û hafizeya civakî sembolîze bike ava bike, ji bo "Projeya Fikir û Sêwirana Cihê Bîranînê û Qada Abîdeyê ya 5ê Hezîranê" banga vekirî kir. Dema serlêdana dawî ya projeyê ku fikrên sêwiranê yên xurt û afirîner jê tên rawestandin, wekî 25ê Îlona 2026an hat diyarkirin.

Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi "Banga Vekirî ya Projeya Fikir û Sêwirana Cihê Bîranînê û Qada Abîdeyê ya 5ê Hezîranê" re armanc dike ku hafizeya hevpar a bajarî veguhêze mekanan. Di çarçoveya banga vekirî de, ji bo bîranîna kesên ku beriya hilbijartinên giştî yên 5ê Hezîrana 2015an di êrîşa li Qada Îstasyonê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dabûn zindî bihêle, dê rêxistineke anit û qadê ku hafizeya civakî û îradeya aştiyê sembolîze dike bixe meriyetê.

Bajar, di navbera rabirdû û paşerojê de mekanekî hafizeyê ye

Di nivîsa banga projeyê de amaje bi hindê hate kirin ku bajar ne tenê ji qad, kolan û avahiyan pêk tên, her wiha hat teqezkirin ku bajar di heman demê de hilgirê ezmûn, şahidî û çîrokên ku ber bi jibîrkirinê ve çûne ne.

Ji vê aliyê ve hat diyarkirin ku bajar di navbera rabirdû û paşerojê de wekî mekanekî hafizeyê heyîna xwe nîşan dide û hat qeydkirin ku bi projeya sêwiranê re mebest ew e ku êş û ezmûnên di bîra bajarî de cih girtine diyar bibin.

Tê armanckirin ku bîra civakî zindî bê hiştin

Bi projeyê re tê armanckirin ku domdariya hafizeya takekesî û civakî bi rêya formeke mekanî û estetîk bê ziman. Projeya ku armanc dike di serî de 5ê Hezîranê û bûyerên di serdemên cuda de li bajarî qewimîne neyên jibîrkirin, dê tevkariyê li zindîhiştina bîra civakî bike.

Di çarçoveya projeya ku dê rûbirûbûna bi rabirdûyê re veguhêze ezmûneke estetîk û mekanî de, sêwiranên anit û qadan ên ku pratîkên bîranîn û bihalatînê dikişînin qada giştî tên rawestandin.

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ku fikrên sêwiranê yên xurt û afirîner ku hafizeya hevpar a bajarî sembolîze bikin parve bikin, ji bo hunermendan banga vekirî kir.

Sêwiran dê ji aliyê juriyeke serbixwe ve bên nirxandin

Serlêdanên di çarçoveya banga vekirî de, dê ji aliyê juriyeke serbixwe ya di qada xwe de bên nirxandin. Anît-peykera ku di encama nirxandinê de bê hilbijartin, tê plankirin ku li mekandirekî diyarkirî yê bajarî bê pêşandan.

Serlêdana dawî 25ê Îlonê ye

Serlêdanên ji bo "Projeya Fikir û Sêwirana Cihê Bîranînê û Qada Abîdeyê ya 5ê Hezîranê" dê heta 25ê Îlona 2026an berdewam bikin. Sêwiranên têkildarî projeyê dê bi rêya lînka https://forms.gle/sqQBZYDLAgfZopfc8 bêne parvekirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan