Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hafizên naskirî bo Diyarbekirîyan Quran xwend

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya meha rojî Remezanê ji bo hafizquranên di asta cîhanê de naskirî li Diyarbekirê bernameyek li dar xist. Şaredariya Bajarê Mezin, Serokatiya Karûbarên Diyanetê, Nêrîna Îslamî ya Civaka Îslamê (IGMG) û Komela Hevkariya Civakî ya Hesene li Mizgefta Mezin a dîrokî berna

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya meha rojî Remezanê ji bo hafizquranên di asta cîhanê de naskirî li Diyarbekirê bernameyek li dar xist.

Şaredariya Bajarê Mezin, Serokatiya Karûbarên Diyanetê, Nêrîna Îslamî ya Civaka Îslamê (IGMG) û Komela Hevkariya Civakî ya Hesene li Mizgefta Mezin a dîrokî bernameyek ji bo Quran xwendinê li dar xist.

Di bernameyê de, Xatîbê Mizgefta Mezin a Ayasofyaya Stenbolê Bunyamîn Topuçuoglu, ji Bangladeşê Hafir Ahmed Yusif Ezherî, ji Îranê Jarî Mehdî Xulam Necat, ji Bosna Hersekê Hafiz Azîz Alîlî Qurana Pîroz xwendin.

Piştî xwendina Qurana Pîroz Miftiyê Diyarbekirê Lutfî Îmamoglu û welatiyan dua kirin û niyaz kirin ku rojî Remezanê bibe wesîleya xêrê.

Bername ji aliyê şêniyan ve bi dilxweşî hat pêşwazîkirin û Walî Munîr Karaloglu jî beşdarî tê de kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan