Hevdîtinên ser medyaya civakî encam didin
Şaredariya Bajarê Mezin bi serkêşiya Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di 27ê mijdara 2020’ê de Hevdîtinên ser medyaya civakî, ji bo axaftina pirsgirêkên navçeya Çermûg û Çunguşê hate lidarxistin, di bernameyê de welatiyan daxwaza makîneya guvaştina tirî kir, Qeymaqamê Çunguşê ev makîne diyarî welatiyan kir.
Di 27ê Mijdara 2020’ê de li ser medyaya civakî, bi beşdariya Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bernameya nîqaşkirina pirsgirêkên navçeya Çermûg û Çunguşê bi rê ve çû.
Di bernameyê de şêniyê bi navê Ramazan Çetîn ji gundê Yenîkoyê beşdarî bernameyê bû û daxwaza makîneya guvaştina tirî ji Walî kir. Ev daxwaza Çetîn ji aliyê Walî Karaloglu ve hate pêşwazîkirin.
Li ser talimata Walî Munîr Karaloglu, Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewaran a Şaredariya Bajarê Mezin ket nav tevgerê û makîneya guvaştina tirî hîbeyî Qeymaqamiya Çunguşê kir. Qeymaqamî ji bo bicihanîna vê daxwaza welatiyan dê makîneyê di xizmeta gundiyan de bi kar bîne.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi serpereştiya Walî Karaloglu, ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan dê Hevdîtina Ser Medyaya Civakî berdewam bike.
