Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çapemenî Weşan û Têkiliyên Gel

Hevşaredaran 󠄀serdana esnafê taxa Şehitlikê kirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, bi armanca ku rasterast bi esnaf û welatiyan re bikevin nava têkiliyê û daxwazên wan li cih guhdar bikin, çûn serdana taxa Şehitlikê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû (Yenişehir).

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, bi armanca ku li seranserê bajar rasterast bi esnaf û welatiyan re bên gel hev û guh bidin daxwazên wan, serdanên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de, li bernameya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel ve hate amadekirin, Hevşaredar Bucak û Ay bi Hevşaredarê Bajarê Nû Mehmet Ergûn, endamên meclîsa DBB'ê û serokên daîşeyên têkildar re li taxa Şehitlikê ya navçeya Nûveşarê bi esnaf û welatiyan re hatin gel hev.

Daxwazên esnaf li cih hatin guhdarîkirin

Hevşaredar Bucak û Ay, kargehên li ser Cadeya Şehitlikê yek bi yek geriyan û bixêrhatina esnafan kir û di karê wan de ber û bereket xwest. Hevşaredaran bi esnaf û welatiyan re sohbet kirin û derbarê binesazî, rêkûpêkkirina jîngehê û xizmetên şaredariyê de daxwaz û pêşniyar li cih guhdar kirin. Welatiyan daxwazên xwe yên derbarê park û qadên keskeşîn, ronahîkirina kolanan, paqijî û madeyên hişbir de anîn ziman; esnafan jî diyar kir ku ji ber zehmetiyên aborî, zêdebûna mesrefan û kêmqezenciyê nikarin êdî kar bikin.

'Em bi têgihiştina şaredariya beşdarbar dixebitin'

Hevşaredarên ku pirsgirêkên ji aliyê esnaf û welatiyan ve hatine vegotin yek bi yek tomar kirin, destnîşan kirin ku ew bi têgihiştina rêveberiyeke herêmî ya ku li ser bingeha welatiyan û beşdariyê ava bûye tevdigerin û diyar kirin ku ew ê bi tespîtkirina pêdiviyên bajêr rasterast li qadê, di nava piştevaniya bi esnaf û niştecihên taxê re çaresariyan hilberînin.

Hevşaredaran diyar kir ku têkoşîna li dijî pirsgirêka hişbirê divê ne tenê bi polîtîkayên ewlehiyê, lê bi projeyên civakî, navendên ciwanan û çêkirina qadên çandî û werzişî veguherîneke kûr a civakî pêk bîne û diyar kirin ku ew ê giraniyê bidin xizmetên civakî yên parastin û piştgiriyê, xebatên rehabilitasyonê û hişyariyê.

Daxwazên binesazî û jîngehê dê bên koordînekirin

Hevşaredaran diyar kir ku xebatên pêwîst ên derbarê binesazî û lehî û avrabûnên piştî baranê de dê bi lez û bez werin cîbicîkirin û destnîşan kirin ku daxwazên rêkûpêkkirina jîngehê û paqijiyê jî dê bi lez werin koordînekirin.

Her wiha Hevşardaran diyar kir ku ew ji qeyrana aborî agahdar in û anîn ziman ku ew ê li kêleka esnaf û welatiyên kêm-dahat bin û torên piştevaniya herêmî xurtir bikin.

Esnafên taxa Şehitlikê jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anîn ziman û spasiyên xwe pêşkêşî Hevşaredar Serra Bucak û Emîn Ay kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan