Ji bo 423 kesan dê roja înê pişk bê avêtin
423 xebatkar dê li Şaredariya Bajarê Mezin, Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ’yê, şaredariya Sûr, Yenîşehîr û Peyasê bo kar bêne wergirtin, karê wergirtina kar, dê di hizûra noterê de roja Înê saet 10:00’ê bi pişkavêtinê bête pêkanîn.
Ji ber tevdîrên di çarçoveya pandemîyê de welatî dê ji bo merasîma pişkavêtinê neyêne qebûlkirin û pişkavêtin dê li ser kanala YouTube û hesabên din ên Şaredariya Bajarê Mezin bi awayekî zindî bê weşandin.
423 xebatkarên ku dê bi rêua pişkavêtinê bêne diyarkirin paşê dê bi lîste ji raya giştî re bêne aşkerekirin.
