Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Veteriner

Ji bo ajelên kolanê xebata hişyariyê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 4ê Cotmehê Roja Parastina Ajelan de li seranserê bajar bi armanca balkişandina ser mafê jiyanê yê ajelên kolanê xebateke hişyariyê pêk anî. Di xebatê de, li aliyekî tevkariya xwarindana ajelên kolanê hat kirin û li aliyê din jî bang li welatiyan hat kirin ku rêzê li mafê jiyanê yê ajelan bigirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca xwedîderketina li mafê jiyanê yê ajelan û berdewamkirina jiyana wan di şert û mercên çêtir de, li seranserê bajar xebateke hişyariyê da meşandin. Xebata ku di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Karên Veterîneriyê de hat kirin; Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel, Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran, Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan piştgirî danê.

Bi xebata ku di çarçoveya 4ê Cotmehê Roja Parastina Ajelan de hat lidarxistin, armanc ew bû ku li deverên cuda yên bajêr tevkariya xwarindana ajelên kolanê bê kirin û di nava civakê de hezkirina ajelan û hişyariya derbarê mafê jiyanê de bê zêdekirin.

‘Xwedîderketina li mafên wan berpirsiyariya me ya hevpar e’

Bijîşka Veterîner Sertap Balkaya yê ku xebatkarê Navenda Lênihêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Ajelan a Serokatiya Daîreya Karên Veterîneriyê ye, derbarê xebatê de agahî dan û diyar kir ku parastina mafê jiyanê yê ajelên kolanê berpirsiyariyeke hevpar a her kesî ye.

Balkaya diyar kir ku wekî Serokatiya Daîreya Karên Veterîneriyê li gel derziqandin, bêbandorkirin (qesirkirin), dermankirin û emeliyatan, xebatên ji bo têrkirina ajelên kolanê jî tên domandin.

‘Em qadên xwarindanê ava dikin’

Balkaya da zanîn ku wan li hin xalên diyar ên seranserê bajar qadên xwarindanê ava kirine û got ku bi van qadan re armanc ew e ku ajelên kolanê bi awayekî hêsantir bigihîjin xwarin (mama) û avê.

Balkaya got, “Armanca me tenê ew nîne ku em destwerdanê li wan bikin, wan derman bikin. Armanc ew e ku em nîşan bidin ku ev bajar ne tenê ji bo me, di heman demê de ji bo ajelên kolanê jî bajareke ku mirov dikare tê de bijî ye.”

‘Werin em li ber deriyê xwe taseke av û xwarinê deynin’

Balkaya her wiha bal kişand ser demsala zivistanê ya ku nêzîk dibe û bang li welatiyan kir ku di mijara ajelên kolanê de hestiyar bin. Balkaya bi wesîleya 4ê Cotmehê Roja Parastina Ajelan hemû welatî vexwendin ku rêzê li mafê jiyanê yê ajelên kolanê bigirin û got: “Zivistan li ber derî ye. Ger em li ber deriyên xwe, li ber baxçeyên xwe taseke ava paqij û taseke xwarinê deynin, ev ê ji bo berdewamkirina jiyana wan gelekî bi fêde be.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan