Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Jin û Malbat

Ji bo zarokan perwerdehiya înterneta ewle hat dan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Navenda Jiyanê ya Jinan a Ben û Senê ji bo zarokan perwerdehiya "Pêşîgirtina li Tundiya Dîjîtal û Bikaranîna Înterneta Ewle" li dar xist.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên ji bo hişyarkirina zarokan li hember rîskên ku ew dikarin di cîhana dîjîtal de pê re rû bi rû bimînin berdewam dike. Di vê çarçoveyê de bi hevkariya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Rêveberiya Şaxa Zarokan, li Navenda Jiyanê ya Jinan a Ben û Senê perwerdehiya "Pêşîgirtina li Tundiya Dîjîtal û Bikaranîna Înterneta Ewle" hat lidarxistin.

Di perwerdehiyê de ku zarokên jinên ji Navenda Jiyanê ya Jinan sûd werdigirin beşdar bûn, derbarê rîskên ku ew dikarin di cîhana dîjîtal de pê re rû bi rû bimînin, rêbazên înteraktîf ku ji bo temen û astên geşepêdana zarokan guncaw in hatin bikaranîn.

Rîskên dîjîtal ji zarokan re hatin ravekirin

Ji zarokên beşdarî perwerdeyê bûn re hat gotin ku tundiya dîjîtal û zordariya sîber çi ye. Di perwerdehiyê de ku derbarê gef û xetereyên ku li hawîrdorên dîjîtal têne dîtin agahî hatin dan, mijarên ku di dema bikaranîna medyaya civakî de divê bal pê bê dayîn jî hatin destgirtin.

Di heman demê de ji zarokan re li ser parastina agahiyên kesane, nihêniya dîjîtal, afirandina şîfreyên bihêz û dabînkirina ewlehiya hesab ketiye rojevê û agahdarkirin hat kirin.

Jîrahiya destkird û teknolojiyên dîjîtal jî hatin bidestgirtin

Di çarçoveya perwerdeyê de, ji zarokan re derbarê bikaranîna ewle û hişmendane ya jîrahiya destkird û teknolojiyên dîjîtal de agahî hatin veguhestin. Di dema ku rêyên avakirina peywendiya ewle di hawîrdora dîjîtal de dihatin ravekirin, tedbîrên ku mirov dikare li hember rîskên li ser înternetê bigire bi nimûneyan hatin zelalkirin.

Di perwerdehiyê de ku armanca wê ew e ku zarok qada dîjîtal ewle, bihişmendî û li ser bingeha mafan bi kar bînin, pirsên wan û ezmûnên ku di hawîrdora dîjîtal de dîtine jî hatin berçavgirtin.

Derbarê mekanîzmayên piştevaniyê de agahî hat dan

Di perwerdehiyê de ji zarokan re hat teqezkirin ku li hember tundî, gef, tacîz, zordariya sîber an jî her cure binpêkirina mafan a ku dikarin di hawîrdora dîjîtal de pê re rû bi rû bimînin ew ne bi tenê ne, û mekanîzmayên ku ew dikarin serî lê bidin hatin veguhestin.

Bi vê perwerdehiyê hat armancankirin ku zarok rîskên di cîhana dîjîtal de nas bikin, xwe li hember tundiya dîjîtal û zordariya sîber biparêzin, û înternetê ewletir û bihişmendtir bi kar bînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan