Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji Şaredariyê seferberiya Cejna Qurbanê

Şaredariya Bajarê Mezin, berî Cejna Qurbanê plansaziya xwe bi dawî kir û beş û yekeyên xwe ji bo di cejnê de amade bin xistin nav seferberiyê.

Cejna Qurbanê, 31ê tîrmehê dest pê dike, bi vê mebestê, Şaredariya Bajarê Mezin, zend û bendên xwe badan. Şarecdariyê Bajarê Mezin, bi boneya cejnê, plansaziyên xwe qedandin û yeke û beşên di bin banê şaredariyê xistin nav xebatê.

Bi munasebeta Cejna Qurbanê, ji 31ê tîrmehê heta 3ê tebaxê cejn tê pîrozkirin. Şaredarîyê cihên serjêkirina qurbanan destnîşan kirin, ji bo tevdîran otobûs xistin ber xizmetê, beşên zabite û xebatkarên paqijiyê xistin amadebaşiya cejnê.

Her weha ji ber nexweşya Covîd-19ê şaredariyê tevdîr şidandin û bi taybetî giranî da ser xebatên dezenfekte û paqijiyê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan