Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Jinan serdana kooperatîfên Bursayê kir

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo endamên kooperatîfên jinan ên li bajêr xebata xwe dimeşînin bernameyeke ezmûngeriyê ji bo Bursayê li dar xist.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbat û Jinan, li ser daxwaza Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, ji bo ezmûngeriya karûbarên koferatîfkariyê û ji bo xebatên xwe pêkve parve bikin, ji bo jinên endamên kooperatîfên Diyarbekirê geşt û gerek li dar xist.

Nûnerên kooperatîfên jinan ên ji Erxanî, Pîran, Çermûg, Peyas, Lice, Gêl, Farqîn, Çangûş, Çinar, Henê, Bîsmîl û Sûrê beşdarî vê geştê bûn û şandeya jinan serdana Komela Hevgirtinê ya Jinên Gundê Saîtabatê ya Bursayê kir.

Jinan, ezmûnên jinên endamên koperatîfên Bursayî ezmûn kirin û ezmûnên xwe bi wan re parve kirin.

Di serdana jinan de, jinan şûnwarên dîrokî yên bajarê Bursayê dîtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan