Karaloglu, bulvar û rêbaran nû seh kirin
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, 2 bulvar û rêbarên wan ên nû ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bi mebesta rewantirina hatûçûnê tên çêkirin, seh kirin.
Karaloglu der barê xebatên li meydanê têne meşandin de agahî ji rayedaran wergirtin û got, “Bila rêbara 50 metir ya Bulvara Elezîzê bi Bulvara Rihayê ve girêdide û bulvara nû ya 30 metir ku Bulvara Selahedîn Eyûbî bi rêya hawirdorê ve girê dide ser xêrê û pîroz bin.”
Di sehbêriya Walî Karaloglu de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan û serekên daîreyan jî amade bûn.
Li bulvar û rêbarên wan ên nû asfalt tê reşandin
Serokatiya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, berî mehekê dest bi çêkirina binesaziya rêyeke nû di navbera Rêya Şanliurfayê û Cadeya Rihayê de bi 860 metir dirêj û 50 metir fireh kiribû. Di vê bulvara nû de izgarayên ava barînan, binaxe, hîm û xebatên din meşandin û asfalta germ lê reşand.
