Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Karaloglu, fitara xwe li Pîranê bi welatiyan re kir

Walî Munîr Karaloglu, li navçeya Pîranê bi xizmên şehit û gaziyan re fitara xwe kir Karaloglu: “Em rojî Remezanê ji xwe re dikin fersend û her şevê bi beşekî cuda yê civakê re li navçeyeke cuda fitara xwe dikin. Em derdê hev par ve dikin, bi hev re diaxivin û guh didin kêşeyên wan.” Waliyê Diyarbeki

Walî Munîr Karaloglu, li navçeya Pîranê bi xizmên şehit û gaziyan re fitara xwe kir

Karaloglu:

“Em rojî Remezanê ji xwe re dikin fersend û her şevê bi beşekî cuda yê civakê re li navçeyeke cuda fitara xwe dikin. Em derdê hev par ve dikin, bi hev re diaxivin û guh didin kêşeyên wan.”

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di bernameya fitarê ya li navçeya Pîranê hate lidarxistin de bi xizmên şehîdan û welatiyan re fitirî.

Bername li saloneke dawetê ya navçeyê birêve çû û Karaloglu tê de pirsgirêk û daxwazên welatiyan guhdar kirin.

Karaloglu di axaftina vir de bal kişand ser giringiya meha rojî Remezanê û rojîya welatiyan ser xêr û xweşiyê ragihand.

Karaloglu bi bîr xist ku meha rojî Remezanê meha bereket, rehmet, hevgirtin, aştî, helalkirina heqê hev e û weha axivî:

“Meha Remezanê bi rastî jî ji bo mirov demsala biharê ye. Demsala bihareke ku mirov bi madî û manewî xwe taze dike û ji nû ve dibişkive.Em jî rojî Remezanê ji xwe re dikin fersend û her şevê bi beşekî cuda yê civakê re li navçeyeke cuda fitara xwe dikin. Em derdê hev par ve dikin, bi hev re diaxivin û guh didin kêşeyên wan. Pirsa em dkarin çareser bikin demildest çareser dikin, ya dîtir jî bo çareser bibe talîmatê didin. Bi vî awayî em hewl didin ji derdê welatiyan re bibin derman.”

Karaloglu amaje pê kir ku li Diyarbekir û herêmê rewşa hizûr û ewlehiyê durist bûye û weha pê de çû:

“Li Diyarbekir û herêma me aramîya me heye, ewlehîya me heye. Me ev aramî û ewlehî bi asanî bi dest nexist. Gelek fedakariyên mezin hatin dayîn. Şehit û gaziyên me çêbûn, malbatên wan va ye li virê ne. Di serî de li Serokomar Recep Tayîp Erdogan li her kesî ev rewşa aram û ewle bo me terxan kiriye, spasîya wan dikim. Ya dikeve ser pişta me xwedîderketina vê rewşa aramî, ewlehî û biratiyê ye. Her çi kesê hewl bide vê rewşê têk bide em ê jê re bejin ‘raweste’. Bes e, vê civakê gelek kişand. Vî bajarî gelek kişand. Êdî pêdiviya me bi aştiyê, biratiyê, aramiyê heye. Heke em xwedîtiyê lê nekin, bawer bikin heçî îxanet e gelek kirêt e û xwe nû dike. Hemû beşên civaka me îşev li dora vê sifreyê kom dibin. Ev hinekan aciz dike. Em van kesên aciz dibin em wan aciztir bikin. Em bextewarî û hizûra xwe bidomînin.”

Karaloglu, piştre li navenda navçeyê li Parka Şaredariyê bi muxtarên taxan û welatiyan re rûniştinek pêk anî. Karaloglu guhdarî pirsgirêkên wan kir û bo çarserkirinê talimat da beşên têkildar.

Karaloglu piştre serdana Akademîğ Lîseya navçeyê kir û bi ciwanan re sohbet kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan